Raporên otopsiyê:Di asta bibin komir de hatine şewitandin ...
11:12
JINHA
ŞİRNEX - Raporên otopsiyê yên 12 cenazeyên ji avahiya yekemîn a li Cizîrê de hatin înfazkirin derketin. Di raporan de tê daxuyandin ku 8 cenaze di asta vegerîne komirê de hatine şewitandin û li ser 4 cenazeyan jî şopên guleyan hatine tespîtkirin. Her wiha di raporan de tê daxuyandin ku cenaze hatine perçekirin û serî, pî, ling û gelek hêmanên din ên cenazeyan tunin.
Raporên otopsiyê yên cenazeyên 12 kesên li navçeya Cizîra Şirnexê hatîn qetilkirin, aşkera bû. Di raporan de tê destnîşan kirin ku cenaze bi tevahî şewitîne û li ser cenazeyan şopên guleyan jî hene. Di raporan de sedema qetilkirinê ya esasî nehatiye vegotin. Tenê rewşa cenazeyan hatiye ravekirin.
'Serê hin cenazeyan hatiye jêkirin'
Li gorî raporan ji 12 cenazeyan 8'ê wan bi tevahî hatine perçekirin. 8 cenaze an pî an jî dest û milên wan hatine jêkirin. Her wiha cenazeyê hatine perçekirin, di asta bibin qîr de hatine şewitandin. Di raporan de tê gotin ku serê hin cenazeyan ji hatiye jêkirin.
Hovîtiyan li ser cenazeyan hatiye kirin di raporan de wiha derdikeve pêş:
Cenazeyê 1’emîn:
*Li ser cenaze gelek cihên ketin û derketina guleyan hatiye tespîtkirin. Cenaze bi tevahî şewitî ye.
Cenazeyê 2’emîn:
*Dendika çekan bi agir li piyên rast û çepê ketine û ji ber vê yekê birîndar bûye. Ji cenaze 4 hesin hatine derxistin. Cenaze bi tevahî şewitî ye.
Cenazeyê 3’emîn:
*Laş bi giştî di nava duxanê de maye. Di rû, pî, mil, dest û çîm de şewat hate tespîtkirin. Çîmê rastê ne li gel cenaze ye.
Ji cenaze hesinek mîlîmetreyek hate derxistin.
Cenazeyê 4’emîn:
*Cenaze bi qasî ku veguhere komirê şewitiye. Hat dîtin ku hestî û çerm wenda ye. Kezep û gurçik bi giştî şewitîne.
*Cenaze yê mêrekî ye.
Cenazeyê 5’emîn:
*Ser û gelek perçeyên cenaze tunin. Cenaze di asta bibe komir de hatiye şewitandin. Di cenaze de 3 guleyê çekê yên ku neteqiyane û hesin hatin tespîtkirin.
Cenazeyê 6’emîn:
*Ji ber ku serê cenaze nîn e tespîta nasnameyê nehatiye kirin.
Cenazeyê 7’emîn:
*Ji laş 77 santîm maye û ji ber vê cins û nasname nehatiye aşkere kirin.
Cenazeyê 8’emîn:
*Ji noqê û jor ve laşê cenaze nîn e. Cenazeyê jinekê ye.
Di raporên 4 cenazeyan de jî tê diyarkirin ku bi guleyan jiyana xwe ji dest dane.
(ekîb/eb/rc)