Dayika Asya Yuksel: Heta ku ez bijîm ez ê têkoşîna keça xwe bidim jiyîn

11:40

JINHA

ŞIRNEX - Ji hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya yuksel a ku di jêrzemîna hovîtiyê de mahsûr mabû hîna tu agahî tune ye. Daykia Asya Yuksel li hemû jêrzemînên hovîtiyê digere û li benda agahiyekê ye ku ji keça xwe bigire. Dayika Asiye Yuksel Emîne Urun hêrsa dilê xwe bi van hevokan vegot: " Heta ku ez bijîm ez ê li pey şopa keça xwe û têkoşîna wê bim."

Ji Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya yuksel a ku di jêrzemîna hovîtiyê de mahsûr mabû hîna tu agahî tune ye. Piştî qedexeya yekemîn Asya li tevahî kolanên Cizîrê digrî, bi jinên ber derî rûniştî re sohbet dikir û her wiha heya sibê li kolanan berxwedanê de bû. Niha dayîka Asya Emîne Urun li kolanên Cizîrê keça xwe Asya digere û hewldide agahiyek ji keça xwe bistîne. Emîne got, "Ez ê biçim şûna ku keça min ketiye tangiyê. Eger neçim wir û negerim ez ê rihet nebim."

'Zarokên xwe emanetî te dikim'

Emîne diayr kir ku piştî ew agahdar bûye ku keça wê di bodrûma hovîtiyê ya yekemîn de ye bi telefonê li keça xwe geriyaye û wiha got: "Mingot birîndar di nav we de hene gelo? Got 'na dayîn em baş in. Belê birîndarên me hene, miriyên me jî hene lê dîsa jî em baş in.' Di rojn ewil de qet nebûna ez rojê carekê pê re diaxivîm wê jî digot ' dayê em baş in' piştre min bihîst ku ji wêderê derketine. Me hefteyekê qet jê agahî negirt. Piştre dema ku di jêrzemîna 'yemîn de bû ez pê re avîm, me agahiya ku 9 kes şewitîne bihîstibû. Pişt re dema ku ez bi telefonê pê re axivî m got ' dayê di vê riyê de mirin heye, girtin heye li pey min negirî.' Min jî got ez dayik im ez ê çaw negirîm.

'Keça min li ku ye'

Dayik Emîne got ku ew 26 roj in ji Asya agahiyê nagirin û ev tişt got: " Ne em zanin ku dijî û ne jî me cenazeyê wê dît. Ez li hêviya gahiyekê me ku ji keça xwe bigirim. Ger ku şehîd ketibe jî ez ê xeman nexwim. Ji ber ku keça min di riyeke nebaş de neçû. Heta ku ez bijîm ez ê li pey şopa keça xwe bim û têkoşîna wê bidomînim. Ez bi keça xwe şanaz im. Ji ber ku keça min di riya şeref û namûsê de çû. Lê ez li hêviya agahiyeke ku ji keça xwe bigirim e."

Gotinên dawî…

Dayik Emîne axaftinên keça xwe yên dema ku di jêrzemîna yekem de bi bîrîndaran re bû jî bi bîr anîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Min ji Asya pirsî min got hûn bi birîndaran re çi dikin? Asya got 'hinek merhema me heye em wê di birînên wan didin.' Bahsa zarokek 6 salî yê birîndar jî kir û got ' dema ku em birîna wî paqij dikin gelekî êşê dikişîne.' Piştî vê axaftina keça min bi 2 rojan jî ew zarok mir. Min got hûn çi didin birîndaran got' hinek nîsk hebûn min şor be çêkir û li hemûyan parvekir.' Min got hûn kesên ku dimirin çi ji wan dikin got ' em wan derdixin qatê jorîn.' Min got niha bîhn jî ji wan tê wê jî ji min re got ' tuştekî ku em bikin tune ye' û axafitna xwe qedand."

(mk/rc)