Rêze-Serdanên Kongreya Star ên 8'ê Adarê
11:50
JINHA
AMÛDÊ - Kongreye Star bi boneya 8'ê Adarê rêze-serdan li saziyên Navenda Asayîşa Jinê, Biryargeha YPJ'ê, mala Birîndîran, Goristana Şehîd Îsmaîl kir.
Hevparên Kongreya Star duh û îro bi mebesta pîrozkirina 8'ê Adarê rêze-serdan pêk anî. Jin di serî de çûn Navenda Asayîşa Jinê û cejna 8'ê Adarê li endamên asayîşê pîroz kirin. Dûvre hevparên Kongreya Star berê xwe dane biryargeha YPJ'ê, li Navenda YPG'ê ji hêla şervanên azadiyê ve hatin pêşwazîkirin û bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî', 'Bê Jin Jiyan Nabe' hatin pêşwazî kirin. Jinan bi kûlîlkan berê xwe dane mala birîndaran û cejna jinan li birîndaran pîroz kirin û şîfa ji wan re xwestin. Di dawiyê de jî hevparên Kongreya Star li ber Saziya Malbata Şehîdan heya Goristana Şehîd Îsamîl meşiyan û kûlîlk danîn ser gora şehîdan. Hevseroka meclîsa TEV-DEMÊ li wir axaftinek û balê kişand ser rola şoreşê û girîngiya têkoşîna şervanan.
Hêjayî gotinêye ku ev rêze-ziyaret di çarçoveya plansaziya Kongreya Star ji bo 8'ê Adarê pêk hat û tê payîn çalakiyên jinan li bajêr bi coşeke mezintir bidomin.
(nr/rc)