'Em bi rûhê Arîn û Bermalan li Bakûr têkoşîna xwe bilind bikin'

12:13

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de şevê din daxuyaniyek bi meşale pêk anîn.

Şevê din li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 8'ê Adarê daxuyaniyek bi meşale pêk anîn. Jinên ciwan bi panqerta 8'ê Adarê û hildana posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyê xwe pêk anîn. Di daxuyaniya YJC'ê de wiha hat gotin "Em di destpêkê de 8'ê Adarê li Rêber Apo û tevahî jinên cîhanê û yên şoreşger pîroz dikin. 8'ê Adarê ji bo jinên cîhanê wê bibe rojeke ronî, ji Kobanê heya Cizîra Botan hebûna jina ciwan û jina şoreşger bûye mînak li cîhanê. Jinên şoreşger bi fikir û ramanên Rêber APO re bûn sembol. Tecrîda li ser Rêber Apo em şermezar û lenet dikin. Em ê bi hêza jinên şoreşger sînoran biqetînin û sîstema Îmraliyê hilweşînin. Em jin divê bi ruhê Arîn û Bermalan li Bakurê Kurdistanê têkoşînê bilid bikin û tola şehîdan hilînin."

Di dawiyê daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Wekî jinên ciwan heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê doza şehîdan bişopînin û biser xînin."

Jinên ciwan bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' û 'Bijî Berxwedana Bakûr' çalakiya xwe bidawî kirin.

(şe/rc)