Xizmên windahiyan: Bila wêneyên li ser destê me zêde nebin
13:31
JINHA
COLEMÊRG - Xizmên windahiyan û ÎHD'ê ya Geverê 98'emîn çalakiya xwe heftanê bi dİrûşmeya, "Bila winda bên ditîn kujer bên darîzandin" pêk anin. Xizmên windahiyan di çalakiya xwe de gotin "Bila wêneyên li ser destên me zêde nebin, bila demîldest aştî bê kirin. "
Xizmên windahiyan û ÎHD'ê ya Geverê 98'emîn çalakiya xwe heftanê ya bi dîrûşmeya "Bila winda bên ditîn kujer bên darîzandin" pêk anin. Çalakiya heftana li Kolanan Hûnerê bi tevlîbûna Parlementera HDP'ê ya Colemergê Nîhat Akdogan, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek xizmên windahiyan hate li dar xistin. Malbatan wêneyên xizmên xwe yên ku di salên 90'î de ji aliyê hêzên tarî ve hatin windakirin û qetîlkirin hilgirtin. Di çalakiyê de ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji desta dan rêz hat girtin.
Pîştî rêzgirtinê Nûnerê ÎHD'ê ya Geverê Muhyetîn Unal li ser navê xizmên windahiyan axivî. Muhyetîn destnîşan kir ku di çalakiya xwe ya 98'an de ji bo wêneyên windahiyan li çalakiya wan de zêde nebîn dest bi çalakiya rûnîştinê dikin û got ku bila êdî dilê dayikan ne êş e. Muhyetîn anî ziman ku ji dîrokê heya niha her tim gelê kurd di nav şerek qirêj de bûne û ji bo azadiya xwe têdikoşiyan û niha jî têdikoşin.
'We 6 kesan tune nekir, dê bi hezaran çawa tune bikin'
Pîştî axaftina Muhyetîn xizmên windahiyan mafê axatfinê stand. Yek jî xizmên windahiyan Halît Tekçî bang li rayedarên dewleta Tirk kir û wiha axivî: "Dema ku PKK hate avakirin hêjmara wan 6-7 kes bûn û niha bi berxwedana û baweriyek mezin hêjmara kesên tekoşer gihiştiye deh hezaran. Ez dipîrsim dema ku hêjmar ew qas kêm bû dewletê wan ne qedant. Gelo dê çawa hezaran biqedîne. Ez bang li hemû rayedarên dewletê dikim bila dev ji vê eşqa tunekirinê berdin. Hûn tu carî bi gelê kurd nikarin."
'Bila wêneyên li ser destên me zêde nebin'
Pişt re dayika Încî Karayî ku di salên 90'î de kurê wê ji hêzên tarî ve hate revandin û qetîlkirin jî ev tişt got: " Gelê kurd bi tu carî selî li hemberÎ zilmê danay ne. Bila êdî wêneyên li ser mîlê me zêde nebin û aştiyek bê saz kirin."
(ho/rc)