Jin: Em qedexeya Waliyê Enqerê ya 8'ê Adarê nasnakin

13:37

JINHA

ENQERE - Waliyê Enqerê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qedexekiriye. Platforma Jinên Enqerê bertek nîşanî biriyara Walî da û bang li hemû jinan kirin ku "qedexeya Waliya bê zagonî" nasnekin.

Platforma Jinên Enqerê berteknîşanî biriyara Waliyê Enqerê ya qedexeykirina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da û bang li jinan kir ku li Meydana Kolej ê bicivin. Platformê bang li jinan kir ku "qedexeya Waliya bê zagonî" nasnekin. Nûnerên rêxistinên jinan li Şaxa BES'a Enqerê kombûn û daxuyanî dan. Ser navê platformê Yurdagul Çabat Boztaş diyar kir ku berî niha 159 salan jinan canê xwe di rêya bidestxistina mafê xwe de danine holê û bi wê helwesta xwe deskeftiyên 8'ê Adarê bidestxistine.

'Ev biriyar derzagoniye'

Yurdagul destnîşan kir ku ev 10 salin ew 8'ê Adarê li heman rawestgehê pîroz dikin dê îsal jî li heman cihî li ber Kolejê bên bahev heya ser Cadeya Ziya Gokalp bimeşin û got: "Duh Waliyê Enqerê çalakiyên me weke der zagonî dîtiye, ji bo wê qedexe aniye, her devera em dihilbijêrin bi hinceta ne cihê çalakiyane desturê nade. Lê em pir dur neçin berî çar mehan me 25'ê Mijdarê li heman rawestgehê çalakî kir. Ne pirsgirêk çêbû, ne jî xwîn ji pozê kesê hat. Niha qedexe daniye û nahêlin em bimeşin. Em jî pirsa çima dikin, çima ji bo jinan qedexeyan tînin."

'Jin gav paşde nadin'

Yurdagul bilêv kir ku wê qedexeyan nasnekin, weke her salê di 6'ê Adarê saet di 12.00'an de li ber Meydana Kolej kombibin û wiha got: "Em qedexeyan nasnakin."

(zt)