Li Êlihê malbatan daxwaza aqûbeta wendahiyan kirin

13:39

JINHA

ÊLIH - Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û xizmên windayan ên Êlihê wek her hefteyê vê hefteyê jî çalakiya “Bila wenda bên dîtin û faîl bên darizandin” hate li darxistin û di hefteya 369’emîn de berdewam kir. Çalakî li serê Kolana Gulîstan li ber Abîdeya Mafê Mirovan pêk hat û rêveber û endamên ÎHD’ê û gelek xizmên windayan di çalakiyê de amade bûn. Xizmên windayan wêneyên zarokên xwe hildan û daxwaza aqûbeta wan kirin.

Li ser navê xizmên windayan Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir axivî û destnîşan kir ku ji bo mirovên di salên berê de hatine qetilkirin û windakirin aqûbeta wan ronî bibe daxwaza xwe dûber dikin û got ku wek berê rewşa çekê çekdarî carek din hatiye destpêkirin.

Mehmet bal kişand ser tevkujî û dorpêçkirinên li Kurdîstanê û wiha got: “Şerê li navendan tê meşandin 7 meh li xwe hişt. Di nav vê demê de bi sedan sivîl û berxwedêr hatine qetilkirin. Dîsa bi 10 hezaran welatî ji ber şer ji ser axa xwe koçber bûne. Navçeyên wek Sûr, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, Hezex û gelek deverên din hatine xera kirin û şewitandin. Tenê li Cizîrê bi sedan welatiyên sivîl hatin qetilkirin û ev qetilkirin li dijî mafê mirovan ên navnetewî ye.”

Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

(bg/rc)