Jinên ku Cizîrê ji nû ve înşa dikin: We pir xira kir, mejî ava kir em ê dîsa ava bikin
13:43
JINHA
ŞIRNEX - Jinên ku piştî bi hefteyan hatin Cizîra ku bi êrîş û komkujiyên dewletê re rû bi rû ma ji aliyekî ve amadekariya ku malên xwe tamîr bikin dikin gotin "We xira kir li me dîsa ava kir û em ê dîsa ava bikin"
Li Cizîra ku dewletê hemû cureyên şer li ser ceribandin di nava xirabeyan de zarokên rûliken û awirên jinan ên bi înyat kesên ku bi şermokî hatin navçeyê pêşwazî kirin. Wan kesan bi gotina "Me têkoşîn da û em serî netewand" ji niha ve peyama Cizîra Botan birîndare lê ji bo rabûnê dîsa xwe bi kevneşopiya xwe ya têkoşînê digere. Her kolanek çîrokeke wê heye û li her kolanekê bîrnanînên kesekî ku şehîd ketiye hene. Ji bo kesên ku Cizîrê nas dikin zarok û jin in mohra vî bajarî. Li Cizîrê ne dîmenên şer rastiyeke heye. Ji bo jinên ku hew didin Cizîrê ji nû ve ava bikin wateya vê rewşê "Dijminantiya dewletê ya bi salan a li hemberî kurdan xwe daye der e." Ji ber vê jî jin ji bo ku Cizîrê demek beriya demekê ava bikin zend û bendên xwe badane. Li taxa Cudiyê ya ku herî zêde êrîş li ser hat kirin jin hêrs û serhildanê pênase dikin.
'Ez mala xwe welatê xwe natrikînim'
Fatma Îden a ku di rojên êrîş zêdebûn de mala wê hat hilweşandin li devê derî me pêşwazî dike û vedixwîne hundur û wiha dibêje " Duh baran bariya ji banê xaniyê me ava herikî. Xalîçe û nivînên me hemû di nava avê de man. Alavên mala me yek jî nema tê bikaranîn. Lê ez mala xwe naterikînim."
Tişta ku dikeve ser milê me ew e; divê ku em li bîranînên wan xwe dî derkevin
Fatma ya ku dibêje ev ne zilma yekem e ku li ser kurdan didin meşandin wiha berdwam dike: " Dewletê der û dora me girt. Li ser me ferman pêk anîn. Zarok kuştin û ew di nava dayika wan de qetil kirin. Lê em ê dîsa jî welatê xwe neterikînin û em ê xaniyên xwe ji nû ve ava bikin. Jêrzmîna hovîtiyê li kolana pit mala me ye û bîhn dide. Aliyekî dilê me di bînê wê jêrzemînê de ma. Tişta ji destê me tê divê em li bîranîna wan xwedî derkevin."
'Bila alîkariyê nekin em naxwazin'
Yek ji jina ku aliyekî mala wê di şer de xirabûye jî jina bi navê Hatîce Atay e. Atay hovîtiya ku dewletê li ser wan meşandiye wiha vedibêje: " Em li mala xwe bûn panzer ber bi mala me ve hatin û cihê ku ketinê xira kirin. Em 41 kes li mutfexekê diman û parçeyên topan li malên me diketin. "
Her wiha Hatîce nerazîbûn nîşanî gotina erdogan ya ku dê alîkariyê bikin jî da û wiha got: "Bila alîkariyê nedin me em naxwazin. Bila komkujiyê neke bes."
'Em negihîştin hewara wan'
Saadet Meydan ya ku mala xwe ya xirabe tamîr dike jî kesên ku di jêrzmînên hovîtiyê de hatin qetilkirin bi bîr tîne û wiha dibêje: " Wê Cizîrê êdî wekî berê nemîne û wê ji bo tolhildanê bijî. Gelek zilm û zorî li me kirin. Zarokên birayê min ji xwe bê bav bûn û niha bê mal jî man. Lê tevî vê hemû bedela giran jî ez dibêjîm ku xwe zî kes nemirana. Dewlteta zalim hemû civanên me kuştin û em bi hewara wan de jî nikaribûn biçûna."
(mk)