Jinên Êlihê bi rengê xwe qad xemilandin

14:04

JINHA

ÊLIH - Li Êlihê ligel ku mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hate qedexekirin jî lê jin qedexeyan nas nekirin û li qada mitîngê li hev kom bûn û mitînga xwe pîrozkirin. Jinan li qada mitîngê bi stran, tilîlî û govend gerandin qadê xemiland û rûhê jinên berxwedêr yên li cihên cûda ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin li qadê dan jiyandin. Parlementer Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku tu astengî û qedexe nikarin dengê jinan qedexe bikin û got ku jin her tim li hember qedexeyan deng bilind kirine.

Li Êlihê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ku bi pêşengiya hevparên KJA’yê yên Êlihê dê li rex Stadyuma Bajêr a 16 Mayisê bihata pîrozkirin, ji aliyê Walîtiya Êlihê ve bi hînceta “Hewlehî û xweşikiya kamu di talûkeyê de, hebûna telûkeya sucê nêz dê bê kirin” hate qedexekirin. Ligel qedexekirinê jî bi sedan jin li qada cihê mitîngê kom bûn. Di nav de ku parlementerên HDP’ê yên Êlihê Ayşe Acar Başaran û Sadet Becereklî, hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Hevseroka HDP’a Êlihê Rojda Surucu, Hevseroka DBP’a Êlihê Nurten Uzumcu, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê û gelek jin hebûn ligel derdora cihê mîtînga hate qedexekirin û ji aliyê hêzên dewletê ve hate dorpêçkirin jî jinan qedexeyê nas nekirin şahiya 8’ê Adarê li darxistin.

Ligel qedexeyê jî hemû qad bû Sêvê, Sakîne, Ekîn…

Di şahiyê de jinan wêneyên her 3 jinên li Silopî û Parîsê hatin qetilkirin û jinên di êrîşên hêzên dewletê de hatin qetilkirin hildan û bê navber dirûşmeyên “Bijî 8’ê Adarê”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin jiyan azadî” û “Êrîş nikarin me bêzar bikin” berz kirin. Her wiha jinan pankartên “Ji bo jiyanek birûmet bibe hevkarê têkoşîna me”, “Di berxwedanê de israrbûn bersiva komployê ye” û “Bi jina azad dibe re Kurdîstan û civak azad dibe” hildan. Jinan fularên bi rengê mor yên rengê jinê derdixe pêş li sitûyên xwe pêçan û qada şahiyê bi reng xemilandin.

Rûhê jinên berxwedêr li qadê jiyandin

Jinan ligel hişyarî û qedexeyên hêzên dewletê jî bi saetan li erbaneyan dan û li ber vegotina stranan govend gerandin û bi lîlandinê xwe berxwedana qadên xweser slav kirin. Ji qada şahiyê stranên şoreş û berxwedanê bilind bûn û rûhê jinên hatine qetilkirin li qada şahiyê dan jiyandin.

‘Jinan her tim li hembe qedexeyan dengê xwe bilind kiriye’

Piştî şahiyê li ser navê jinan ewil parlementer Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku ev bû demek dirêj di serî de li Êlihê û li tevahiya Kurdîstanê bi bahaneyên pûç û vala yên cûda çalakiyên wan ên demokratîk tên qedexekirin û wiha got: “Ev bû 2 saete em li vê qadê ne û heta niha tu tengasî derneket. Em baş dizanin ku armanca wan çi ye. Kesên ku her tim riya demokrasiyê nîşanî me didin ji bo me îlegalî û terorîze destîr nadin çalakî û şahiyên me. Lê îro jinan tu astengî û qedexe nas nekir û li vê qadê ji bo berteka xwe demokratîk deyne holê hate vê qadê. Jinan tu carî qedexe nas nekiriye û her tim dengê xwe bilind kirin.”

Piştî Başaran, parlementer Sadet Becereklî ji kurte axaftinek kir û erîş, tundî, qedexe û astengiyên hêzên dewletê yên li hember jinan şermezar kir û bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên şer.

(bg/rc)