Jinên Geverê ji bo 8'ê Adarê belavok belav kirin
14:15
JINHA
COLEMÊRG - Endamên Kordinasyona KJA'yê yên Geverê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê belavok belav kirin.
Li navçeya Geverê a Colemêrgê endamên Kordinasyona KJA'yê yên Geverê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê belavokan li welatiyan belav kir û afîşên li ser " Eger Botan bi ser bikeve dê hemû mirovahî bi serkeve" nîvisî li diwarên Sûkê tev hatin daliqandin. Parlementerê HDP'ê Colemêrgê Nîhat Akdogan, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay û gelek welatî li ber avahiya DBP'ê li hev kombûn û ji bo belavokan belav bikin ber bi sûkê ve bi girseyî meşiyan. Welatiyên navçeyê ji bi keyfxweşî pîştgiriyê dan wan. Belavok li hemû taxên navçeyê hate belavkirin û jinan vexwendin mîtinga 8'ê Adarê ku dê di 7'ê Adarê pêk bê.
Her wiha li bendê ye ku sibê bi tevlîbûna Hevseroka KCD'ê û di heman demê de Parlementera HDP'ê ya Colemergê Selma Irmak tevlî mitinga li navçeya Şemzînanê bibe.
(ho/rc)