Zarokên ku ji Surê derxistin li Mala Parastina Zarokan tên bicih kirin!

14:57

JINHA

AMED - Berî du rojan 19 zarokên ku ji dorpêça Surê hatin xilaskirin di navde Elif Su ya 4 mihî jî heyî di binçavan de tên girtin. Dozgeriyê du zarok sewqî Mala Parastina Zarokan kirin û dibe ku zarokên din jî sewqî Mala Parastina Zarokan bikin.

Li navçeya Sura Amedê 95 rojin dorpêç berdewam dikin. Di nava du rojan de 44 sivîl ku di navde19 zarok jî heyî li TEM'a Amedê tên rewastandin. Zarokên bi navê Kadir Şahin (11) ,Talit Abiş (7) bi biryara Dozgeriyê sewqî Mala Parastina Zarokan hatin kirin û dibe ku Elif Su û zarokên din jî ên ku ji Surê hatine derxistin bibin Mala a Parastina Zarokan. Nasnameyê kesên ji Surê derketine bi vî aweyîne: "Gulistan Arslan (10) Rojda Arslan (7) Muaz Arslan (6) Ozgur Aslan (4) Şevin Tosun (9) Bêrîtan Tosun (2) û Elif Su a 4 mehî.

Her wiha di meşa ku roja Çarşemê bi pêşengiya KJA, HDP, KCD û HDK'ê pêk hatibû de gelek sivîl hatibûn binçavkirin. Ji ber dema binçavkirinê tejîbû 30'î sivîl di saetên sibê de anîn Edliya Amedê. Hat zanîn ku sivîlan dê derkevin pêşbirê dozgeriyê ji ber vê têne rewastindin.

(dt/rc)