Fîgen Yuksekdag: Daxwazkirina xwerêveberinê cewherê jinê ye
15:08
JINHA
WAN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li Wanê di mitînga 8’ê Adarê de axivî û ji bo daxwaza xwerêvebirinê ya gelan û jinan got kesên jinan qetil dikin nikarin jinan rêvebibin Fîgen ji bo êrîşên tevkujiyê yên li Cizîr û bajarên din ên Kurdistanê jî wiha axivî: “Ew ê xira bikin, em ê ava bikin. Ew ê bikujin em ê ji nû ve biafirînin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, di mîtinga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de axîvî û li ser têkoşîna azadiyê ya jinê nirxandin kirin. Fîgen di destpêka axaftina xwe de balê kişand ser şerê li Kurdistanê û berxwedana jinê ya li hemberî vî şerî. Fîgen anî ziman ku hem ji bo têkoşîna gelan hem jî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê di rojên dijwar re derbas dibin lê jin bi hemû berpirsyariya vê pêvajoyê girtine ser xwe.
‘Jin jiyane û rûmetê diparêzin’
Fîgen bilêvkir kir ku jin li hemberê mirin û hilweşînê, jiyanê û rûmetê diparêzin û got “Em vê têkoşînê datînin nîvê dilê xwe. Encax jin dikarin rê li ber vê siyaseta faşîst a şer a zilaman bigirin û veguherînin.
'Daxwaza xwerêvebirinê cewherê jinan e'
Fîgen di axaftina xwe de balê kişand ser daxwaza xwerêvebirinê ya gelan û diyar kir ku dê jin heya dawiyê vê daxwazê biparêzin. Fîgen anî ziman ku jin li qadên xwerêvebirinê dengên xwe bilind dikin û wiha pê de çû: “Daxwaza xwerêvebirinê cewhera jinê ye. Xwerêvebirin tê wê wateyê ku gel xwe û bajarê xwe biparêze.
‘Kesên jinan qetil dikin nikarin jinan rêvebibin’
Fîgen qirkirina li ser jinê jî bi gotinên tund şermezar kir û wiha berdewam kir: “Kesên ku her roj jinan qetil dikin, jinan mehkûmî bêkariyê dikin, nasnameya jinê nas nakin, nikarin jinan rêvebibin. Em jin dikarin xwe rêvebibin.” Fîgen her wiha jinên ku di êrîşên tevkujiyê de hatin qetilkirin jî bibîrxist û li hemberî pêkanînên îşkenceyê ya li ser bedena jinê bi gotinen tund rexne kir.
‘Ew ê xira bikin em ê ava bikin’
Fîgen der barê serdana xwe ya Cizîrê jî axivî û wiha got: “Me tu car din nav van mirinan de, êşan de rûyê xwe û hêviyên xwe reş nekir û emê reş nekin jî. Ewê xira bikin, emê ava bikin. Ewê bikujin emê ji nû ve biafirînin. Ji ber ku vê hêza me baş dizanin, jinan qetil dikin.” Fîgen diyar kir ku li gel hemû pêkanînên tevkujiyê jî, gelê Cizîrê teslîm nebûye.
'Em jin emê li ber derbey qesrê rawestin’
Fîgen di axaftina xwe de gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan a “Ez biryara Dadgeha Qanûna Esasî nas nakim” jî bi tundî rexne kir û wiha pê de çû: “Hemû saziyên dewletê xistin bin desthilatdariya xwe. Derbekarê herî dawî ya dîroka Tirkiyeyê kesê li Qesrê ye. Em ê destûr nedin vê derbeyê .”
‘Em bi doza xwe û şehîdê xwe serbilind in’
Fîgen di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku dê têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd hemû gelan azad bike û wiha got: “Bila ji hemû jinan re û şehîdan re soza me be. Me soz da ew şehîdên xwe ku gotin ‘Dibe ku em bimirin lê hun bi me serbilind bin.’ Em bi wan serbilind in. Em bi doza xwe ya mafdar serbilind in.”
Piştî axaftinan hunermendên Navenda Çanda Mezopatamyayê (NÇM) Nurcan Degîrmencî û Kevser Colemêrg derketin ser dikê û bi stranên xwe ve coş dan jinan. Mitîng bi stranên hunermendan bi dawî bû.
(rc)