Dilek Ocalan: Emê bi Rêbertiya azad berbi rojên azad ve bi meşin
16:39
JINHA
RIHA - Parlementera HDP'ê a Riha yê Dilek Ocalan di daxuyaniya ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat dayîn de axivî û got: "Wê sedsala 21'an bibe sedsala jinan. Emê bi Rêbertiya azad berbi rojên azad ve bimeşin."
Bi pêşengiya KJA yê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navenda Rihayê û navçeyên wê berdewamdike. Parlementera Riha yê Dilek Ocalan û Hevşaredara Rihayê Sevda Çelik Ozbingol tevî gelek jinan ber bi Parqa Ali Şelli ve xwestin bimeşin. Bi hinceta destura Walî tineye polîsan xwest mudaxelebike, lê jinan meşan xwe ya bê deng ber bi Kargiha Ali Bahçivan ve berdewam kir. Jinan li vir bi lilandinê, li ber defê govend gerandin û durişmên "Jin Jiyan Azadî " berz kirin. Jinan panqarta "Bi rihê berxwedêr Sêvê yan û Ekînan hunandina Rêveveriya Cewherî" hatin vekirin.
'Em serdestiya mêr a jiyanê red dikin'
Seroka Komeleya Mala Jiyanê a Jinan a Rihayê Ozlem Uluş Şengul got ku bi salane jin têkoşîna civak û kesên bindest dikin û got; "Em bawerin wê jin bi têkoşîna xwe û hevpariya xwe de azadiya hemu jinan mezin kin. Em ê vê dorpêça mêran jî bişkînin. Di xwazin tirsa împarotorî bixin nav me, lê em disa kolanan na terikenin. Jin wê serdestiya mêra ti car qabûl nake û red dike."
Parlementera Rihayê Dilek Ocalan jî bertek nîşanî astengiya meşê da û got: "Dê ev sedsal a 21'an bibe sedsala jinan. Em ê bi Rêbertiya azad berbi rojên azad ve bimeşin."
(dt/zt)