Di doza îstismara zayendî de parastina sosret!

17:42

JINHA

ERZIROM - Parêzvanê kesê ku li hemberî îstismarkirina du zarokan de tê darizandin parastineke 'Ka pêsîra wan derketiye ku îstismar bike' sosret kir.

Doza ewil esnafê bi navê A.D. a 50'î salî ku bi îstismarkirina du zarokên bi navê Z.U. (10) û Y.Y. (11') li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran hate dîtin. Parêzvanê bersûc Nacî Turan bi îdiaya dayika zarokan ji ber pêlava ku xwestine negirtine îftira avêtine ser û bi parastinek 'Ka pêsîra wan derketiye ku îstismar bike' sosret kir.

Li Erziromê di 24'ê hezîrana sala derbazbûyî de du zarokên bi navê Z.U û Y.Y. ku hevalên hev in rastî îstismara kesê bi navê A.K. xwedîyê dikana pêlavane tên. Zarok dema diçin malê van tiştan ji malbatên xwe re dibêjin. Piştî vê yekê dayika Z.U. H.U. her du zarokên keç digire ba xwe û diçe gel A.K. ku xwediyê dikanê ye. Dema H.U. dibîne zarok li ber çavên wê jî têne îstismarkirin diçe karakolê û dikandar gilî dike. Li ser gilîkirinê A.K. 26'ê hezîrana 2015'an de tê girtin. A.K. piştî girtina 6 rojan bi daxwaza girtinê bê darizandin hat berdan. Di derbarê A.K. ku ji sûca 'îstimara zayendî' tê darizandin bi daxwaza nêzî 16 sal ceza bê dayîn doz hat vekirin.

Doza ewil a ku li 2'emîn Dadgeha Cezaya Girande hat dîtin de A.K a ku bêgirtin dihat darezandin û parêzvanê wî amadebûn. A.K. sûcên ku li ser wî tê kirin qebûl nekir. A.K. diyar kir ku rojek beriya bûyerê zarok hatine kargeha wî û piştî pirsîna fiyatên pêlavan çûne û îdia kir ku zarok pêlavan bê pere xwestine, ew jî bi gotina 'ez nikarim bê pere bidim' wan ji dikanê derxistiye û wiha axivî: "Piştî rojek qewirandina wan dîsa hatin. Meger dayika wê li derve bûye, ez dîsa bi wan re xeyîdîm û ji dikanê qewirandin. Piştî wê dayika wan ket hundir û dest bi qêrînê kir."

Parêzvanê A.K. Nacî Turan îdia kir ku bûyerên îstismara zayînî di roja me ya îroyîn de hatiye bikar anîn û got ku H.U. îftîra di avê ser zaroka xwe ya 10 salî û wiha got: "Niha parsekî bûyera îstismara cînsî dest pê kiriye. Ka pêsîra zaroka 10 salî heye ku îstismar bike."

Lijneya Dadgehê ji malbatên mexdûr û zarokan piştî pirsa di derbarê we de dosyayên ê gilî an jî bersûcî heye danişînê ji bo guhdar kirina zarokan û amadekirinên raporên civakî, şexsî û aborî taloq kir.

Em ji parêzer dipirsin; zarokên ku pêsîra wan çê bûye îstismara zayendî rewa ye?

Em ji ber parastina Nacî Turan ku parêzeriya esnaf dike dipirsin: "Îstismarkiran zarokan li gorî çêbûna pêsîra wan bi pêş ve diçe? Li hemberî zaroka ku pêsîra wê çêbûye îstismar dibe an îstismarkirina rewa ye? Li gorî kîjan hincetan wê pêwistî bi parastineke wisa dît? Hûn wekî parêzvan bingeha ew parastina we ji nîşeneya kîjan zêhniyetê ye?

(ea/zt)