Li Hezexê ser taxan topbaran berdewame

17:52

JINHA

ŞIRNEX - Li Hezexa ku dorpêça hêzên dewletê berdewam dikin duh êvarî Taxa Turgut Ozal hate top baran kirin. Ji ber topbaranên hêzên dewletê gelek mal hatin şewitandin û ji taxan duman bilind be.

Li navçeya Hezexa Şirnexê qedeya derketina kolanan 18 roj li pery xwe hişt. Ji duh êvarî heya îro hêzên dewletê Taxa Turgut Ozal tê top baran kirin. Di encama top baranan de gelek malan de agir derket û gelek mal hatin xirakirin. Ji taxan duman bilin dibin û dengê çekan ji taxan kêm nabe.

(dt/zt)