Fînala Newrozê li Cizîrê ye

18:09

JINHA

EDENE - Starta Newroza ku dê bi slogana "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bê pêşwazîkirin li deverên parastina cewherî despêdike û fînala wê jî li Cizîrê ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bernameya Newroza îsal aşkera kir. Li gorî giştînameya ku ji aliyê Navenda Giştî ya HDP'ê ve hate weşandin de tê gotin ku pîrozbahiyên Newrozê dê di 17'ê Adarê de li Şirnex, Nisêbîn û Geverê ku berxwedana xwerêveberiyê heye bê dayîn. 6 rojan dê li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê dê pîrozbahî bên lidarxistin. Di pîrozbahiyên Newrozê ku 3 salên dawî ne peyamên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan tên xwendin îsal jî dê bala hemû kesan li vir be û di 21'ê Adarê de dê Pîrozbahî bêlidarxistin. Fînala Newroza îsal jî dê li navçeya Cizîrê ku bû keleha berxwedanê di 22'yê Adarê bê kirin.

Newroza îsal dê bi slogana "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bê lidarxsitin û naverok jî dê bibe berxwedana xwerêveberiyan. Tê plankirin ku dê li 82 navendan pîrozbahî bê lidarxistin. Şîara Newrozê jî "Em ê bi çoşa xwe ve nîşan bidin ku yên li berxwe didin bi serketin dê yên li ber xwedidin bi serkevin" e.

Bernameya Newroza 2016'an wihaye:

* 17 Adar: Çewlig, Serêkaniyê, Xarpêt, Erzîngan, Erzirom, Gever, Xelfetî, Qers hezo, Mûş Nisêbîn, Farqîn, Şirnex.

* 18 Adar: Êlih, Bismil, Dersim, Giyadîn, Dihê, Xinis Melazgîr Mêrdîn Pirsûs, Şemzînan.

* 19 Adar: Antalya, Aydin, Balikkesîr, Bursa, Çanakkale, Çelê, Kerboran, Dêrik Bazîd, Erxenî, Hatay, Îdir, Dep, Kanîreş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Misirc, Meletî, Mêrsîn, Mugla, Sîlopî, Tekîrdag, Tatos, Riha, Wan, Yalova.

* 20 Adar: Edene, Semsûr, Enqere, Dîlok, Erdexan, Kop, Denîzlî, Edîrne, Erdîş, Eskîşehîr, Stenbol, ÎZmîr, Qereyazî, Kirşehîr, Licê, Manîsa, Gurgum, Lidyad, Osmaniye, Patnos, Tetwan, Wêranşar.

* 21 Adar: Agirî, Amed, Betlîs, Colemêrg, Qereçoban, Qoser, Sêrt, Gimgim.

* 22 Adar: Fînal dê li Cizîrê pêk bê.

(zt)