Jinên Ciwanên Rojava berxwedana Bakur silavkirin

18:40

JINHA

DÊRIK - Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dêrikê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de meşek li darxistin. Jinên ciwan ji tevahiya Kantonê berê xwe dane Dêrikê û heya Endîwerê meşiyan.

Jinên Ciwan bi organîzasyona TJC'ê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de meşek lidarxistin. Di meşa ji qampa Newroz heya Endîwerê berdewam kir. Jinên Ciwan berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin. Jinên ciwan bi pankart, ala û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şehîdên jin, ji qampa Newroz bi dûrûşme û tîlîliyan ketin rê. Di meşê de dûrûşmeyên 'Bijî Berxwedana Bakûrê Kurdistanê' û 'Bijî berxwedana YPS-Jin' bê navber hatin berzkirin. Li Endîwerê ber sînorê Bakûrê Kurdistanê meşvan sekinîn û li wir Zinarîn Qamişlo axaftin kir. Zinarîn balkişand ser girîngiya 8'ê Adarê û wateya têkoşîna jinê ji bo jinên ciwan.

Zinarîn rewşa berxwedana jinan li Bakurê Kurdistanê jî vegot û diyar kir ku dilê jinên ciwan ên Rojava jî li gel jinên di nav berxwedana Bakur de hildiavêje.

Meş bi durûşme û çepikên jinên ciwan bidawî bû.

(db/zt)