Li Efrînê çalakiyên jinan ên 8'ê Adarê berdewam dikin
18:58
JINHA
EFRIN - Komîna Şehîd Zîlan ya Kongreya Star li Taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê serdana malbatên şehîdan kir û li saziya Sara jî semînerek di derbarê 8'ê Adarê de dan jinan.
Komîna Şehîda Zîlan a girêdayî Kongreya Star bi boneya 8'ê Adarê serdana malbatên şehîdan ên Taxa Mehmûdiyê kirin û kulîlk da malbatan. Saziya Sara jî li navenda xwe semînerek bi boneya 8'ê Adarê da jinan. Endama rêvebiriya Saziya Sara Gulistan Arif li ser dîroka 8'ê Adarê û têkoşîna jinê ya demdirêj axivî û got; "Emê tevahiya çalakiyên xwe yên îsal pêşkêşî berxwedêrên jin ên Bakûrê Kurdistanê bikin"
Gulîstan di dewama axaftina xwe de berxwedana jinên Bakûrê Kurdistanê silav kir.
Semîner bi nîqaşa jinan û nirxandina 8'ê Adarê bidawî bû.
(fr/jh/zt)