Jinên Amûdê li qadên 8'ê Adarê ne

19:21

JINHA

AMÛDÊ - Kongreya Star ya bajarê Amûdê bi boneya roja 8'ê Adarê civîne lidarxistin û diyar kirin ku 8'ê Adara îsal bi berxwedaniya jinên bakurê kurdistanê tacîdar bûye.

Li bajarê Amûdê di salona Kerem de bi boneya roja 8'ê Adarê civîneke bi tevlîbûna dehan jinan hat li darxistin. Di civînê de berxwedaniya jinên Bakurê Kurdistanê silav kirin. Endama Rêveberiya Kongreya Star Leyla Yeşar da zanîn ku 8'ê Adara îsal bi berxwedaniya jinên Bakûrê Kurdistanê tacîdar bûye.

Leyla Yeşar balkişande ser bandora jinê li ser pêşketinên siyasî yên di Rojhilata Navîn de diqewimin û taybet li Rojavayê Kurdistanê bandora wan li ser jinên cîhanê. Leyla destnîşankir ku şoreşa rojava bi tevlîbûn û çalakbûna jinê gihîştiye qonaxeke nû û serkeftî. Leyla berxwedana jinên Bakûrê Kurdistanê dubare silav kir.

Di dawiya civînê de jinan durûşmeyên 'Bijî Berxwedana Jinê', 'Jin, Jiyan e' û 'Bijî Rêber Apo' bilind kirin.

(ns/rh/zt)