Şelaleyên bedew yên gundê Kehê
09:00
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li gundê Kehê avên herî qedim û şelaleyên bedew hene ber bi Başûrê Kurdistanê ve diherikin.
Li ji her deverên gundê Kehê av diherikin. hem kanî, hem best û hem jî şelale hene. Ew av hemû digihin hev û ber bi Başurê Kurdistanê ve diherikin. Şelaleyên gund xwediyê dîrokek kevnarene. Gundî hem di aliyê çandiyê û hem jî di aliyê jiyanê de sudên mezin ji wan avan digirin. Di heman demê de ji bo derman jî dixebitînin. Hîna pergala kaputalîzmê pencên xwe yên qirêj negihandiye xwezaya gundê Kehê û şelaleyên wê, ji bo wê jî bi hemû bedewiya xwe diherike. Li derdora şelaleyan şînahiya dixwiyê mizgîniya buharê nîşan dide.
Di nava gund de jî av derbaz dibe. xwezaya gund li gel herikîna avê hev temam dike. Gundiyên gundê Kehê diyar kirin ku ew dixwazin her dem di nava xwezaya xwe de bijîne, ew ti tiştên pergalê naxwazin.
(zyd/zt)