Wêjevan Sara: Pênûsa jinê reng dide wêjeyê
09:01
Şengar Biradost/JINHA
SİLÊMANÎ - Helbestvan û Nivîskar Sara Cafer diyar kir ku divê jin zêdetir di wêjeyê de bên dîtin, ji ber hunera destê jinê rengek cuda dide wêjeyê û got: "Sedemek sereke yê lawziya asta wêjeyê kêmiya rengê jinê ye. Ji bo wê jî pêwîste gringî ji pênûsa jinê re bê dayîn. Giringî dayîna pênûsa jinan cîhana wêjeyê dewlemend dike."
Nivîskar û Helbestvan Sara Cafer di heman demê de weke Saray Payîz tê nasîn. Sara xwediyê berhemên wêjeyiyên dewlemende afirandiye. Du romanên bi navê 'Malek bo xoşbextî eşqekan û azarekanî ew dîw zîndan' nivîsandiye. Niha jî romanek a bi navê 'Gul Xanim' û berhemek a ji 200 helbestan pêktê li ber destane û ber qedandinêye. Li gor Sara helbest ew hevale ku di zimanê wê de di qîre, ew hevale ku tev razên dilê xwe li gel dibêje, helbest ew merheme ku hemu birînan derman dike. Sara di derbarê rola jinê di cîhana wêjeyê de li Başûrê Kurdistanê nirxandin kir û wiha axivî; "Giringî dayîna pênûsa jinan cîhana wêjeyê dewlemend dike."
'Divê di wêjeyê de pênûsa jinê bê dîtin'
Sara diyar kir ku di dîroka wêjeyê de her serdemekê hinek kesayetên navdar berhem û navê xwe hêlane ji bo mirovahiyê û wiha domand: "Di her demekê de hinek nivîskar û helbestvanan mohra xwe li dîrokê dane, berhemên binirx û bedew jî dane nivîsandin. Lê bi derbazbûna demê re hîs dikim ku ji aliyê deshilatan ve ev pênusên dinvîsin yan wenda dibin yan jî tên bêdeng kirin. Pir berhemên tên nivîsandin û asta lawaziya naveroka wan demê pêş ziyan didin wêjeya Kûrdî. Sedemek din ya lawziya asta wêjeyê kêmiya rengê jinê ye di nav wêjeyê de. Ji bo wê jî pêwîste gringî ji pênûsa jinê re bê dayîn."
'Divê her roj bibe 8'ê Adarê'
Helbestvan Sara li ser hatina 8'ê Adarê jî got: "Li gor min pêwîste em wek jin her rojê bikin roja tekoşîna jinan, nek tenê di rojekê û bi çend gotinan sînor bikin. Ger em bi berdewamî ne di nav hewl û tkeoşînê de bin, emê nikaribin vê rojê jî bi rengê jin tev bigerîn. Nabe salê di rojekê de li ser jin bûyîna xwe bi hizirîn. Pêwîste her roj bi xebitîn ji bi gehandina peyama xwe di her qad û bi her awayî."
(zt)