Divê hemû jin li dora jinên têkoşer kom bibin

09:02

JINHA

QAMIŞLO - Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed ya ku der barê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de nirxandin kir diyar kir ku 8'ê Adarê ya vê salê diyariyî jinên têkoşer ên bakurê Kurdistanê kirin û got ku divê hemû jin li dora jinên têkoşer kom bibin.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de têkoşîna jinên kurd nirxand. Îlham ya ku diyar kir jinan bi salan têkoşîna azadiyê bi rê ve biriye, got ku têkoşîna jinên kurd a azadiyê têkoşîna jinan bi hêz kiriye û wiha berdewam kir: "Jinên kurd ji bo azadiyê bi salan têkoşîn dan û di vê riyê de jiyana xwe fida kirin. Mejî 8'ê Adarê ya vê salê diyariyî jinên bakurê Kurdistnê yên têkoşer kir û divê ku hemû jinên li cîhanê xwedî li têkoşîna jinên bakur derkevin.

'Me jinên kurd bandor li ser tevahiya jinên li cîhanê kir'

Îlham aşkera kir ku têkoşîna azadiyê ya jinên kurd felsefeya jiyanê ye û bandora xwe li ser tevahiya cîhanê dike. Îlham got ku di şoreşa Rojava de jinên ku têkoşîn dan heta astekê hatin, hemû jinên li cîahnê jî dikarin bandora xwe li ser cîhanê bikin û divê ji bo vê jî şoreşa jinan ya rojavayê kurdistanê ji bo xwe mînak bigirin.

'Sala 2015'an bû sla têkoşînên bi hêz'

Îlham got ku li rojavayê kurdistanê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat de bedelên giran hatin dayîn axaftina xwe wiha berdewam kir: " Têkoşîna jinê ya azadiyê bi bedelên giran hat asteke girîng. Li rojavayê Kurdistanê ev 5 sal e ku em têkoşînê didin. Em jin tenê ne li qada şer li hemû qadên jiyanê têkoşînê didin. Sala 1015'an hem saleke bi êş bû ji bo me û hem jî sala têkoşîn û serkeftinê bû. Ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li ser kesên ku têkoşîna azadiyê didan ji her aliyî ve êrîş dihatin kirin. Li ser jinan, gelê kurd, suryanî û gelê êzidî zil dihat kirin. Van çeteyan di kesayeta jinan de çanda gelan binpê dikirin û armanc dikirin ku çanda wan tune bikin. Armanca wan ew bû ku çanda koledariyê bi pêş ve bixin. Lê ji ber têkoşîna bêhempa ya jinan negihîştin aramanca xwe."

'Em ê di 2016'an de serkeftineke mezin bi dest bixin'

Îlham ragihand ku wê di sala 2016'an de serkeftinên mezin bi dest bixin û wiha destnîşan kir: "Ji bo modela civaka azad a nû niqaşên me hene. Wê rola jinê ya di modela civaka nû de çi be? Wê çawa rengê xwe bide têkoşînê? Bersiva van pirsan ji aliyê jinê ve girîng e. Tilta ku îro tê pêşxistin modela ku demokrasiyê temsîl dike û azadiyê dixwaze ye. Modeleke ku azadiya jinê û a civakê esas digire ye. Di modela nû ya civakê de me mezinkirina îradeya jinê esas girt. Em ji bo vê têkoşînê didin. Em di sala 2016'an de hewl didin ku xwe bigihînin van daxwazan."

'Em 8'ê Adarê ya vê salê diayriyê jinên têkoşer ên li Bakur dikin'

Îlham diyar kir ku tişta 8'ê Adarê ya vê salê girîgtir dike, têkoşîna gelê bakur ya xwerêvebirinê ye û ev tişt got: " Jinên Bakur 8'ê Adarê ya 2015'an diyariyî jinên berxwedêr yên Rojava kirin. Em jî 8'ê Adara 2016'an jinên ku li qadên xwerêvebirin li wan hatiye îllakirin li berxwe didin bikin. Kurdan tunekirina kurdan ya ji aliyê pergalê ve bi têkoşîna xwe têk birin. Kurd îro ne ji bo xweîspatkrinê ji bo mafê xwe têkoşînê didin. Ji vê têkoşînê re jî jin pêşengiyê dikin. Dewleta tirk ya ku ya ku vê têkoşînê tehamul nake jî bi awayê hovane êrîş dike. Ez 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevahiya jinên ku di vê têkoşîna xwerêvbirinê de cih girtine; yên laz, kurd û hemû jinên têkoşer ên kedkar pîroz dikim."

(mk)