Şervanên YPJ 8 Adarê bi coşek mezin pêşwazî dikin

09:03

Fîdan Rêzan/ JINHA

EFRÎN - Bi boneya 8'ê Adarê şervanên YPJ'ê û Endamên Asayîşa Efrînê nirxandin kirin û banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şervanên YPJ'ê û Endamên Asayîşa Kantona Efrînê nirxandin kirin û 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhan û Kurdistanê pîroz kirin. Şervanên YPJ'ê destnîşan kirin ku divê jin li her qadê têkoşîna azadiyê hember pergala desthilatdariyê bilind bike û banga tevlîbûnê li jinan hat kirin.

'Îsal wê bibe sala azadiya jin'

Endama Asayîşa jin Şervîn Sîdo di pêşiyê gotina xwe de 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got, "Li ser bingeha hizir û ramanê Rêber Apo jin dê azad bibe. Îsal wê bibe sala azadiya jin. Divê tevahî jinên Kantona Efrînê ji bo azadiya xwe derên qadan û nasnameyê hebûna xwe roja 8'ê Adarê de nîşanî bidin."

'Bi rûhê berxwedanê jin dê xwedî li nasname û çandê xwe derên'

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hebûn Çekdar 8'ê Adarê li tevahî jin û bi taybet li şervanên YPJ'ê pîroz kir û wiha got, "Bi pêşengiya têkoşîn û berxwedana YPS-JIN a ku li Bakûrê Kurdistanê hatî avakirin re azadiya jinan wê misoger bibe." Şervana YPJ'ê Rindê Şêxo jî desnîşankir ku ew ê her dem bi rûhê jinên berxwedêr yê Bakûrê Kurdistanê 8'ê Adarê pîroz bikin û wiha got, "Jin li her qadê dê bi rûhê berxwedanê xwedî li nasname û têkoşînê derên. Li ser vê bingehî berxwedaniya jinên li Bakûr û Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê û li hemû jinên ku cihê xwe di eniyên şer de cih digirin silav dikin."

'Jin di qada aborî, siyasî û parastinê de modela jiyanek demokratîk avadike'

Endama Asayîşa Jinan ya Efrînê Nazliye Muhemed diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinan ji dema ku tên dinê hember pergala desthilatdariyê despêdike û wiha pêde çû, "Jin bi taybet di şoreşa Rojavayê kurdistanê de hemû nirxên jiyanê ên ku jê hatine dizîn bi berxwedanê veguherandiye û cihê xwe bi awayekî çalak di tevahî qadên jiyanê de digre. Jin di qada aborî, siyasî û parastinê de modela jiyanek demokratîk avadike. Di 8'ê Adarê de wê jin li qad bi rengê xwe bixemlînin." Roza Jîndar jî 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got ew ê heya dawî têkoşîna xwe li hember pergalê bidomînin.

(jh/rc)