Jinên Dirbêsiyê: Bihar bi kûlîlkên têkoşîna jinan şîn dibe
09:04
Şînda Ebdulah/ JINHA
DIRBÊSIYÊ - Jinên Dirbêsiyê 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û bi taybet li serhildêran pîroz kirin û dan zanîn ku ew 8'ê Adara îsal diyarî jinên Bakûrê Kurdistanê dikin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jinên bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê nirxandin kirin û 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin. Endama Kongreya Star Kesûma Osman 8'ê Adarê li jinên Kurdistanê pîroz kir û wiha got, "Em wek jinên Rojavayê Kurdistanê roja 8'ê Adarê li hemû jinan, bi taybet li jinên Bakûrê Kurdistanê ku ji bo rûmet û azadiya xwe têkoşînê didin pîroz dikin. Herwiha ev roj li Rêber Apo jî em pîroz dikin. Em ê tevahî çalakiyên xwe yên îsal diyariyê berxwederên Bakûrê Kurdistanê dikin û hêvî dikin têkoşîna hevbeş a jinan dijminê mirovahiyê dewleta Tirkiyê tune bike."
Bedîa Erebo wiha got: "8 ê Adarê di cîhanê de roja jinê ye, lê em li Rojava û Kurdistanê her roj ji bo jinê û azadiyê li ser lingan in. Di rojeke wiha de jî divê hîna zêdetir em quwet bidin kar û xebatên xwe. Em ketine meha adarê û bihar bi kulîlkên têkoşîna jinê şîn dibe. Ev mirov kêfxweş dike. Em ê bi ruhê serhildanê û bi ruhê tolhildanê xwedî li Bakûrê Kurdistanê derkevin."
Hevkarê Kongreya Star Zahîde Mihemed jî wiha got, "Ez 8'ê Adarê di serî de li Rêber Apo û jinên Kurd pîroz dikim. Ez berxwedana jinê ya li Bakûrê Kurdistanê jî silav dikim û hêvîdarim ku sal bibe sala rizgarkirina Kurdistanê.
(hs/rc)