Jinên Surê banga tevlîbûna çalakiyên 8 Adarê kirin
09:05
JINHA
AMED - Jinên Surê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxwezên xwe yê aştiyê nû kirin. Jinan gotin, "Divê tevahî jin ne ji bo mirinan ji bo jiyanek xweştir di 8'ê Adarê de li qadan bin" û tevahî jin vexwandin qada 8'ê Adarê.
Dorpêç û êrîşên hember navçeya Sura Amedê di roja 96'an de berdewam dikin. Jinên ku ji ber êrîş û dorpêçê neçar mane malên xwe terk bikin diyar kirin ku ew ji ber dengê topan nikarin rakevin û gotin tenê hêza jinan dikare pêşî li vî şerî bigrin. Bi boneya 8'ê Adarê jinan diyar kirin ku divê tevahî jin di mitînga ku wê li Qada Îstasyonê pêk were amede bin û wiha gotin, "Di 8'ê Adarê de divê tevahî jin li qadan bin. Ji bo jinên hatine qetilkirin ji bo Surê divê her kes li qadanbin."
'Em bibin yek û ber bi Surê ve bimeşin'
Senîha Kavali ya ku li taxa Îskenderpaşa a Surê dijî, diyar kir ku ew ji ber dengê topan nikarin rakevin û wiha got, "Li vir her kes aştî dixwaze û wek jin jî em dewa aştiyê dikin. Divê yek avê bi ser vî agirî de lêke. Rewşa Surê gelek xirabe, eger mirov nikarin tiştek bikin, wê demê di 8'ê Adarê de bila meşek li darbixin û ber bi Surê ve bimeşin. Em bibin yek û ber bi Sûrê ve bimeşin."
'Ji bo mirin zêde nebin em ê wê rojê li qadan bin'
Bahar Dalgali jî roja tevahî jinan pîroz kir û wiha got, "Ez hêvî dikim bi roja jinan re ev komkujî bi dawî bibin. Bila rondikê çavê dayîkan bisekine û zarok nemirin êdî. Wek jinek tenê daxwaza min ev e." Bahar diyar kir ku ew tenê aştî dixwaze û wiha pêde çû, "Em her çiqas di bin dengê çek û topan de bijîn jî aştî dixwazin. Ji bo mirin zêde nebin em ê wê rojê li qadan bin. Jin her sal li qadanin dê îsal jî li qadan dengê xwe bilind bikin. Ji ber jin dayîkin, xweşk û jiyanin. Eger yekîtî û rêxistin hebe tu hêz nikare pêşiya jinan bigre."
Duriye Çakircali jî wiha got, "Wek jinek daxwaza min yê herî mezin rawestandina vî şeriye. Gelek jin qetil kirin. Divê dawî li van mirinan bê. Ji bo azadî û berxwedana jinan ez bang li tevahî jinan dikim ku di 8'ê Adarê de li qadanbin. Jin dê bi nasnameyê xwe li qadanbin."
'Eger em bêdeng nebin em dikarin tevahî astengiyan derbas bikin'
Remziye Akan jî got jin ji bo yekîtiyê divê xwe birêxistin bikin û wiha got, "Divê jin derên qadan û dengê xwe bilind bikin. Her roj yek ji me tê kuştin. Tenê jinek jî dikare pêşî li van mirinan bigre. Ji ber vê jî rêxistinbûn girînge. Eger em bêdeng nebin em dikarin tevahî astengî derbas bikin. Wek jinek a ku li Sûrê dijîm tenê aştî dixwazim. Divê tevahî jin ne ji bo mirinan ji bo jiyanek xweştir di 8'ê Adarê de li qadan bin"
(rc)