Jinên ku li çiyayê Şingalê li ber xwe didin amadekariyên 8'ê Adarê dikin
09:06
Jînda Asmen/JINHA
ŞENGAL- Li çiyayê Şingalê amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê kirin. Jinên Şingalê cara duyemîn bi şahiyên cur bi cur 8'ê Adarê wê pîroz bikin. Endama Lijneya Rêveberiya Meclîsa Jinên Şingalê Hezîl Laleş diyar kir ku ew ê bersivek bi hêz bidin zihniyeta desthilatdariyê mêr.
Endama Lijneya Rêveberiya Meclisa Jinên Şingalê Hezîl Laleş di derbarê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de agahî da. Hezîl diyar kir ku 8'ê Adarê roja berxwedana jinan e û wiha axivî: "Jin li çiyayê Şengalê pir êş kişandin. Em wek jin piştî êşên mezin, niha ji bo ragihandina dengê xwe gelek xebatan dimeşînin. Beriya fermanê me xwe bes nikarîbû îfade bikirana. Niha em dîsa li vir in. 8'ê Adarê ji bo me jinan roja bi xwe re gihiştin, hevrûbûn û bilindkirina têkoşînê ye."
'Berxwedana Şingalê bi pêşengtiya jinan tê meşandin'
Hezîl da zanîn ku tundiya li hember jinê li her derê bi heman rengiye û wiha pêde çû, "Me sala borî 8'ê Adarê li çiyayê Şingalê pîroz kir. Dilê her dayikek û her jinek bi şewat bû. Ji ber jinên ku diketin destê DAIŞ'ê bi tecawizê re rûbirû diman. Ji ber vê yekê me 8'ê Adarê bi xemgînî pîroz kir. Lê ligel her tiştî berxwedan çiyayê Şingalê bi jinan derket holê û jin bûn rizgarî. Niha gelek jin li her qada jiyanê têkoşîna azadiyê didomîne û ew ê bidomîne jî. 8'ê Adarê li her der û demê wê bibe roja jinan."
'Em ê 8'ê Adarê ji tevahî jinên Şengalî re vebêjin'
Hezîl bilêv kir ku amadekariyên wan ê 8'ê Adarê hene, li hemberî hemû zehmetiyan dê li her derê li dijî zext û îstismarkirina zihniyeta desthilatdariyan li ber xwe bidin û wiha domand: " Em ê girîngî û wateya 8'ê Adarê ji hemû jinan re vebêjin û em ê xwe bighînin tevahî jinên Şengalê. Ji ber vê me dest bi civîn xwe kir. Amadekariyên me ji her alî ve didome. Gelek jin bi coş û bi daxwazeke mezin tevlî xebatan dibin. Her jin ji bo bigihêje azadiya xwe li ber xwe dide. Em li ser navê meclîsa xwe 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Dê hêviya me her tim têkoşîn û têkoşin be."
(ea/rc)