Bi 'aboriya diyarî re' cîhanek din gengaze!

09:07

JINHA

STENBOL- Bi Endama Şanoya Kara Kabare Şervîn Akan re li ser alternatîfên ku hişmendiyê kapîtalîzmê ji holê radike, afrînerî û şanoyên ku ji duberabûnê dertên û her wiha 'diyariya aborî' me gotûbêj kir.

Li hemberî fikra ku pere dikare hemû tiştî bikire, 'diyariya aboriyê' di navbera mirovan de pirek girîng vedike. Mirovên civaka modern ku ji afirandinê zêdetir hînî qedandinê bûne, her roja ku diçi mekanîk dibin. Ligel vê jî mirovên ku dixwazin bi gemahiya dil, tiştên ku pere nikare bikire û mirovan di dil de digihînin hev biafirînin jî hene. Ne bi jiyanek ku tê bazarkirin, pê pere tê qezenckirin, bi tiştên ku jê bawer dikin, jê keyf digirin û jê hez dikin, diyariyên xwe pêşkêşî gel, cîhan û mirovan dikin û bêyî ku bendewariyek wan hebe pergalek aboriyê ava dikin. Dema bi vê hunerê re tên gel hev, di mirovan de guhertinên mezin ava dike. Cıvata Şanoya Kara Kabare heman tiştî dike. Temaşevanên ku dixwazin temaşeyî şanoyê bikin, li şûna bîlet bigirin diyariyekî ku di lîsteya hewcehiyan de heye pêşpêş dike. Ev dibe ku pirtûkek an jî vazoyek be.

Nivîskar, derhêner û lîstîkvan Şîrvan Akan da zanîn ku ev pergala wan a ku pêşketiye fikrekî ku di dema nivîsandina şanoyê de derketiye û wiha got: "Me bi gotinên xwe yên di şanoya derdikeve ser dikê de di nava temaşevanan de astek da afirand. Ji ber ku şanoya me pêşiya berxwedana Geziyê bû û lîstîk dagirkirina 4 lîstikvanan a dikê vedigot. WallStreart lîstikek ku serdegirtina fabrîka û zanîngehê vedigot. Hem di dike de gotinên ku dijberî pergalê dihatin gotin û hemjî piştî ku ji behsê kifşkirina mulkiyeta taybet hat kirin, ligel baca ku tê stendin pereyê bîletan jî girtin wijdanê me rehetsiz dikir."

'Temaşevan ji lîsteyê hewcehiyekê dihilbijêre û tê lîstikê'

Şîvan anî ziman ku di sala 2015'an de bi 2'yemîn lîstika ku wê nivîsiye û derhêneriya wê kiriye ya bi navê Kamamber ligel ekîba xwe bi heman pirsê re rû bi rû mane û wiha pêde çû: "Dîsa me pirsa 'em ê çawa gotinên xwe bixin hîzayê' ji xwe pirsî. Hemû endamên ekîba me heta cihekî hatine û xwedî astekîn ji ber vê fikra min a ku em bîletan bê pere bidin bi dil xweşî pêşwazî kirin. Me der barê ku em ê çawa vî fikrê xwe bixin pratîkê de nîqaş dan meşandin û me 'diyariya aboriyê' keşf kir."

Şîrvan bi lêv kir ku wan hemû beşên ekîba xwe û beşa teknîkê bi dil û can pirsîne ku hewcehiyên wan bi çi hene û wiha domand: "Me lîsteya ku ji hewcehiyên me pêk tê di malpera xwe ya înternetê de weşand. Temaşevan li lîsteyê mêze dikin, ji wan hewcehiyan yekê dihilbijêre û tê lîstîkê."

'Me keşifkir ku em dikarin bi şanoyê civakê biguherînin'

Şîrvan destnîşan kir ku di lîsteyê de xwarinên wekî qedayîf, xurme û gûz jî hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi vê danûstandina me di nava lîstikvan û temaşevanan de pirek tê avakirin. Hêza rastiya şanogeriyê dikare cîhanê bi guherîne. Ev hemû xebatên me ji bo ev hêz derbikeve hole ye. Bi kirinên xwe yên di şanoyê de ne keşif kir ku em dikarin civakê bigeuherînin."

'Lîstik banga bihêzbûna jinan dike'

Şîrvan der bare lîstika ku niha derdixin ser dikê ya bi nave Kamamber ku çîroka 4 jinan vedibêje de agahî dan û wiha axivî: "
Dema min lîstik dinivîsî di jiyana xwe de min eb pirs ji xwe dikir; Ev cîhan tejî, qatil, tecawîzkar, fitne û kesên xirabin, ez niha heme û ez ê çawa hebûna xwe bidomînim? Lîstik jî vê pirsê ji temaşevanan dipirse. Ez dixwazin jinên di aliyê wêje û sînema de xurt bibînim û dixwazim çîrokên wan bibînim. Yan jî divê ez çîroka bihêzbûna xwe ji wan re vebêjim. Gelek pêwîstiya min bi vê hebû, ji ber vê Kamamber lîstika jinan bû. Lîstik banga bihêzbûna jinan dike."

(mb)