Ji Çîlem Dogan peyam 8'ê Adarê: Têkoşîna we şanazî û sekna min e
09:09
Fîlîz Zeyrek/JINHA
ADANA - Çîlem Dogan ya ku ji ber tundiya ji hevjînê xwe dît parastina xwe ya rewa kir û hevjînê xwe kuşt ku niha di girtîgehê de ye bi riya ajanasa me bi nameyekê peyama 8'ê adarê şand. Çîlem di peyama ku şan de bal kişand ser girîngiya parastina rewa û wiha got: "Têkoşîna wê şanazî û sekna min e."
Çîlem Dogan li Edeneyê ji ber tundiya hevjînê wê li hemberî wê bi kar dianî tevî ku ji hevjînê xwe qetiya jî ji ber ku xwe ji tundiya rizgar nekir û hevjînê wê Hasan Karabulut ew mecbûrî laşfroşiyê kir hevjînê xwe kuşt. Çîlema 29 salî piştî ku hevjînê xwe yê berê Hasan Karabulut kuşt agahî da polîsan û çû cem malbata xwe. Çîlem ji cem malbata xwe jî hat binçavkirin û wiha got: "Her dem mêr jinan dikujin, bila cerekê jî jin wan bikujin. Min ji bo namûsa xwe hevjînê xwe yê berê kuşt." Çîlem Dogana ku niha Girtîgeha Karataşê ya Jinan a Edeneyê girtiye bi riya JINHA'yê ji bo 8'ê Adarê bi nameya kuş and peyama 8'ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar a Cîhanê da. Çîlem di peyama ku rêkir de wiha got: "Têkoşîna wê şanazî û sekna min e. Li ser navê hemû jinan û ji bo hemû jinan bi hêviya ku rojên reş li paş me bimînin; Wekî ku Sûrên Amedê ronî bibin, bi baweriya rojên xweş ez we hemûyan maç dikim û 8'ê Adarê li we pîroz dikim."
Nameya Çîlem a ku bi helbestekê dest pê dike wihaye:
"Ev bi rojane ez heta ku xwin ji lêvên min tê ez gez dikim…
Ji ber ku her gotinek li ser zimanê min dike çêrek.
Dibêjim xwezî dengek ji esîman were, baranek biteqe.
Xelas bibe ev bêdengî, bi dawî bibe ev binyatgerîtî.
Ên çûyî li ku man, min bêriya kenê wan kiriye…
Tenê ew bûn ku bajar taybet dikirin,
Wan jin xweşik dikirin …
Kîjan dîwar nahilweşe, ger pirs rastbe û em rojekê bên kîjan bajar xweşiknabe…
Bi hêviya kenê me yê nû û her cihê ku destê me lê dikeve xweşik bikin…
Merheba hevalên min ên jin ez we bi rêzdarî û hezkirin silav dikim;
Ez bi ciwanî, xweşiktî, hêvî, wêrekî, berxwedanî û bi jinbûna me we hembêz dikim. Di dixwest ku em bi hevre di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qadan ban. Nebû û ez pir xemgînim ku ez ê wê rojê ne li derve bim. Ez dizanim Çîlem Doganek li hundire û bi milyonan Çîlem Dogan li derve têdikoşin. Dê mejî, têkoşîn û dilê min bi we re be. 8'ê Adarê rojan jinan li we pîroz be û têkoşîna we zindî be. Li cihê ku zilm hebe berxwedan û xweparastin mafe. Bunun zenginlerin ve erkeklerin hukuk kitapları varsın böyle yazsın. Şiyar be pergala desthilatdar a zilam şiyar be. Her roj 3 jin tên qetilkirin. Qetil kirin ne qedera me ye xweparastina rewa mafe.
'Em di serhildanê de ne'
Hevalên min ên hêje, bêhêvî, bêçareserî û çavtirsî di gotinên me de tune ne. Em ên ku li ber xwe didinin û cîhanê diguherînin. Jinên me li qadanin û dibêjin kesek nikare mafê me binpê bike. jib o jiyanê em ê zextên tu kesî nasnekin. Heta ku em rondikên hev paqij bikin em ê hebin. Ez soz didim ku ez ê sere xwe ne tewînim. Dê ev çar dîwar min ne tirsînin. Ez dizanim ku ez ne bitenê me. Têkoşîna we rûmeta min û sekna mine. Li ser nave hemû jinan û ji bo hemû jinan rojên reş li paş bimînin; Ez bi hêviya ku dê Sûrên Amedê ronî bibin û rojên xweş li pêşiya me ne we hemûyan bi dilek keyfxweş diramûsim.
Li ser silav û hezkirinên min."
Çîlem Dogan
Ji Girtîgeha Jinan a Karataşa Edeneyê
(mk)