'Armanca êrîşên li Kurdistanê bêdeng kirina jinan e!'

09:09

Sarya Gozuoglu/ JINHA

STENBOL - Endama Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH) Sevîm Akdag da zanîn ku armanca şerê li Kurdistanê tê meşandin bêdeng kirina jinan e û dest nîşan kir ku jinên Ewropa çawa xwedî li YPJ'ê derketibe bi heman rengî dê xwedî li YPS-Jin jî derkevin.

Piştî şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan destpê kir jinên Bakurê Kurdistanê jî di qadên xwerêvebiranê de dibin banê YPS JIN de xwe rêxistin kirin û jinan diparêzin. Berxwedana YPJ'ê di hemû cîhanê de kelecanek afîran, niha jî jinên kurd bi YPS JIN re li cîhanê hatê asta dîtbariyê. Endama Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê ku xebatên xwe li Elmanyayê dimeşîne Sevîm Aktag diyar kir ku hemû dewletan li hemberî jinên berxwedêr kîn komkirine û ji her ali ve êrîşî jinên bi rêxistin dikin.

'Armanca wan bêdeng kirina jinan e'

Sevîm bal kişand ser armanca şerê li Kurdistanê tê meşandin. Sevîm bi lêv kir ku armanca şerê Kurdistanê bêdeng kirin, tune kirin û di civakê de nedîtina jinan e û ev tişt anî ziman: "Şerê li Kurdistanê bi taybetî şerê Kobanê ji aliyê hişmendiya cinsî ve li Ewropayê belav bû. Jinên ku li Kobanî ber xwe didan bala jinên anarşîstan kişand. Ji ber vê yekê jinên li Ewropayê çûn qada şer. Berxwedana Kobanê bû ciheke girîng. Pêvajoya ku bi berxwedan Kobanî dest pê kir li berxwedan Kurdistanê de, jinên ku li pêş barîkatan de li ber xwe dide ji bo wan girîng e. Ya rast çav û guhên cîhanê li ser vê erdnîgarê ye."

'Jinê Ewropayî dê xwedî li YPS JIN derbikevin'

Sevîm da xuya kirin ku ji bilî êrîş û zextan ew li ser mexdûriyetên ku têne jiyîn disekinin û wiha domand: "Divê em tiştên ku têne jiyîn teşhîr bikin lê ji wê wêdetir erka me ya yekem ev e ku afirandina polîtîkayan û derxistina berxwedanan e. Em saziyên ku xwe bi weqfan diden jiyandin nîn in. Divê perspektîfên ku têkoşîna di nav demdirêjan de der bixe pêş hebin. Ger em têkoşînan derxin pêş dê em ê pirtir bi hêzbin û pêşkevin. Em zanin YPS JIN ji bo Ewropayê nû ye, lê ez bawer im çawa li YPJ'ê xwedî derketin dê heman xwedî derketinê ji bo YPS JIN jî bikin."

(ea/zt)