'Jixwe ew naçe cihekê yê me ye': Bi vegotina wî Mehmet Tunç kî bû?
09:49
JINHA
ŞIRNEX - Mehmet Tunç li Cizîrê bi gotina xwe ya "me çog neşikand" dê bê bibîranîn. Gelo ev Mehmet ê Botanê ku ji niha ve navê xwe li dîrokê nivîsand kî bû. Mehmet ê ku qatlîamên ji 1915'an heta 1990'an di dilê xwe de hîs kir di roja 37'emîn a dorpêçê de bi devê xwe jiyana xwe vegotibû.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç dema êrîşên qirkirinê yê dewletê de dema ku bû dengê navçeyê bi dengê xwe bang li wijdana mirovahiyê kiribû û gotibû: "Me li ber xwe da, çog neşikand, bi me serbilin bin..."
Mehmet ê ku di nava tevgera siyasî ya kurd de gelek peywir girt ser xwe piştî salên 2000'an têkoşîna xwe di nava partiyên siyasî de didomîne. Mehmet ê ku tevli xebatên Tevgera Civaka Demokratîk (DTH) bû demeke jî Serokatiya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a Cizîrê kir. Di 2009'an de dime hilbijartinên herêmî de wekî endamê Meclîsa Giştî ya Şirnexê hate hilbijartin di 2011'an de jî di oherasyona qirkirina siyasî de hate girtin û 4 salan li girtîgehê ma.
Heybeta Cudî û narînbûna Dîcleyê
Kurte jiyana wî ev hevok in lê ji bo yên ku Mehmet Tunç nas dikin ew heybeta ciyayê Cûdî di bedena xwe de, narînbûna Dîcleyê jî di ruhê xwe de dihewand. Ji ber vê yekê jî nivîsandina Mehmet Tunç, wêrekî û hestewarî dengê wî yê di qirika wî de maye divê ew hevok bên nivîsandin. mizginiya biharê bi desteyek nêrgîz ve didin Mehmet Tunç û hemû kes ser bilind in bi Mehmetê Cizîra Botanê ve.
Di roja 37'emîn de jiyana xwe vegotibû
Di rojên dîrokî de sekna xwe, gotin, jiyana xwe ve Mehmet Tunç bi pêşdîtina xwe ve ji kamerayan re di roja 37'emîn a dorpêçê de vegotibû. Mehmet Tunç ê ku di navbera efsane û rastiyê de jiyaneke wî hebû li Cîfaneya ku keştiya Nuh sekiniye ji dayik bûye û dest bi axaftinê dike. wateya di pevyên xwe de wekî ku dîrokê û ûro digihîne hev. Gotinên herî balkêş ê Mehmet jî hewldana wî ya ji bo guhertina çîroka axa ku lê dijî ye.
"Mîr Bedîrxan îsyan kir û piştre teslîm bû, em ê tu caran vê nekin. Dîrok ji bo kurdan dê careke din dubare nebe" dibêje Mehmet wekî ku duh, îro û pêşerojê dibîne.
Li warê hûn di nava efsaneyan de ji dayik bû
Mehmet ê ku dibêje dema ku ji dayik bûye her tim şerek hebûye. Mehmet di 1974'an de li gundê Cîfanê ji dayik dibe. Ev gund nêzî herêma ku tê gotin Cûdiyê Miradê ye. Li gorî efsaneyekî piştî tofanê Nuh li ciheke bisekine digere û gelek çiya ji vî barî ditirse û serê xwe ditewîne û wekî çiyayê Bêxêr serê xwe ditewîne lê Cûdî serê xwe radike û vî barî radike piştî wî rojê mirovahî ji wan gundan belav dibe. Cîfanê jî yek ji van gundan e. Nayê zanîn aliyê rast ê efsaneyê heye yan na lê Mehmet Tunç li vê axa bi tofan ji dayik bûye û mirina wî jî dibe encama tofanê.
'Jixwe ew yê me ye dê neçe ciheke'
Mehmet dibêje ku ji roja ji dayik bûye her tim di nava şerekî de bûye û wiha diaxive: "Ji me re gotin an hûn ê bibin cerdevan an jî ji vir derkevin. Em jî mecbûr man ji gundê xwe derkevin. Ji ber vê yekê divê ev jiyan bihate guhertin û tu cer careke din ji cih û warê xwe nehata kirin. Piştî ku hatin Cizîrê wekî welatparezekî tiştên kete ser milên me, xwest bikin."
Mehmet ê di 14 saliya xwe de li ser daxwaza malbata xwe dizewice bavê 7 zarokan e. Mehmet ê dibêje di temenekî biçûk de zewiciye wiha berdewam dike: "Di 1989'an de qanûna leşkerî hebû. Ciwanên kurd wekî ku bigirin leşkeriyê digirtin gerîla. Dema em jî diçûn komirê ji aliyê gerîlayan ve hatin rawestandin. Wê demê 31 ciwan çûn gerîla. Fermandarekî gerîla xwest min jî bibe lê yê din got ku jixwe ev zarokê me ye dê neçe cihekî. Piştî vê bûyerê malbatê hema da zewicandin. Ez gotina gerîlayê yê 'jixwe yê me ye' bi bîr tînim. Gelek mafdar bû, ez her tim yê wan bû, jiyaneke din nexwest, xeyal nekir."
'Cizîr misyona dikeve li ser milê me ev e...'
Hem Mehmet axaftinên xwe yên di roja 37'emîn de didomîne wekî pêşdîtina rojên pêş. Dem bi dem hin kes tên hin tiştan dipirsin. Piştî ku bersivê dide wan piştre careke din bi hemû xwezayî bûna xwe ve berdewam dike û vedibêje: "Niha dibe ku her tiş çêbibe. Dibe ku qedexe rabe, her tiş bi dawî bibe. Em li ber xwe didin. Me xwest ji bo vî gelî tiştekî bikin. Bi taybetî me xwest ji bo gelê Botanê tiştekî bikin. Me xwest xizmetî vî gelê ku bi salan hatiye eciqandin bikin. Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd demdirêj e. Çawa ku Mazluman ala berxwedanê ya li zindanan teslîmê Egîdê li Gabarê kirin. Rol û mîsyona ku li Cizîrê dikeve li ser milê me jî ev e."
Malbata wî di qatlîama suryanan de filitî
Mehmet ê ku gotina "em di nava şerekî mezin de ne ligel her tiştî bi hêvî ne" bi kar tîne bi ken wiha dibêje: "Min di jiyana xwe de tiştek fêm nekir. Ji ber vê yekê divê ev jiyan bê guhertin." Mehmet destnîşan dike ku divê qedera ku ji bo gelên Rojhilata Navîn hatiye nivîsandin bê guhertin dibêje ku beşek malbata wî suryan in û di 1915'an de di qatlîama suryanan de bi zorê tên misilmankirin.
Mehmet vedibêje ku piştî 1915'an di salên 1990'an de jî ji ber ku cerdevanî qebûl nekirine gundê wan hatiye şewitandin, li hemberî gelên Mezopotamyayê ji ggundan heta bajaran qatlîam û penaberî hatiye ferzkirin û ev gotinan zêde dike: "Dezgeha ku tê gotin dewlet li gundan, bajaran jiyanê asteng dike. Bila êdî penaberî bi dawî bibe. Malbata min di 1915'an de ji fermanê difilite û bi zorê dikin misilman. Çawa kal û pîrên me ji germanê hatin derbaskirin di 1990'an de jî bavên me ji fermanê hatin derbaskirin. Îro jî heman fermanê dixwazin li bajaran pêk bînin ji ber vê yekê bila tus bi vî dewletê bawer nekin. Dê yek bi yek vî gelî tune bikin. Çawa asurî. ermen, keldanî tune kirin dixwazin kurdan jî tune bikin."
'Em tu caran bi dewletê bawer nakin'
Mehmet dibêje ku yên ku hinek dîrok xwendibin tu caran dê dewletê bawer nekin ew qet bi dewletê bawer nake û wiha berdewam dike: "Bila êdî ciwanên me bawer nekin dê pêvajo bê. Di esasê xwe de wekî em hinekî lîberal in. Çawa bav û kalen me hinekî lihev dikirin em jî li gorî ciwanan niha lihev dikin. Nifşê nû bî kîn û hersekî mezin dibin. Mîr Bedîrxan îsyan kir, piştre teslim bû lê em ê tucaran vê nekin. Dê dîrok ji bo kurdan careke din dubare nekeb"
'Ez hinekî jin im'
Mehmet Tunç li Cizîrê bi hemû kesan re dikene û digirî. Di demên dijwar de hewl dide pirsgirêkên gel çareser bike. Dem bi dem çavên wî tijî dibe, hestewar dibe û dema ku kamera tê girtin jî wiha dibêje: "Zilam hişê xwe yê hestewarî naşuxilînin. Analîtîk difikirin. Hişê hestewar di jinan de heye. Lê ez nêzî jinan im. Herhal hişê hestewar pêşketiye. Her tiştî hîs dikim û wekî ku hestên xwe bijim hez dikim, zilam hinekî durûne, sîstemê wisa kiriye. Lê di min de zêde ew tuneye, bêhtir nêzîkî jinan in. Gelek caran nikarim li hemberî hestên xwe bibim asteng."
Mehmet ê dengbêj
Aliyê Mehmet Tunç ê ku kêm tê zanîn jî dengbêjiya wî ye. Bi dengê xwe ve Botan bi kilaman vedigot, bi gotina wî piştî şoreşgeriyê herî zêde vê hez dike.
Di dawiya hevpeyvînê de bi gotina "hemû hevalan silav dikim" ji wir vediqete û ji bo pirsgirêkî çareser bike diçe...
(kom/zt)