Şervanên YJŞ'ê: 8'ê Adarê roja bilindkirina tekoşîna azadiyê ye
10:32
Arjîn Azadî-Delîla Axîn/JINHA
ŞENGAL - Şervanên YJŞ'ê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û gotin; "Em Roja jinên cihanê li tavahî jinan pîroz dikin. Em dibêjin bê jin jiyan nabe. Roj roja tekoşina azadiyê ye. Êdî, ji bo hemu jinan û ji bo Rêber Apo azadî. Bijî berxwedana jinên cihanê."
Weke her devera cîhanê li Çiyayê Şengalê jî jin di nava çalakiyên 8'ê Adarê denin. Yekinîyên Jinên Şengal (YJŞ) di derbarê 8'ê Adarê de nirxandin kirin. YJŞ'ê diyar kirin ku ewê bi giyana 8'ê Adarê rêxistina xwe mezin bikin û jinên Êzidiyên di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin.
Şervana YJŞ Sema Şengal wiha axivî: "Evroj ji bo hemû jinan pîroze. Divê jin di vê rojê de rabin ser piyan. Ji ber ku ev roj bu roja serhildanê. Jin êdî zilma ku li ser tê meşandin qabul nake. Li her derê jin li berxwe dide û li hember zilmê şer dike. Ez vê rojê li hamû jinên berxwedêr pîroz dikim. Ev roj wê bibe azadiya hemu jinên cihanê û azadiya Rêber Apo."
'Jin li çeperên berxwedanê parastinê dikin'
Bermal Botan jî destnîşan kir ku divê jin li hemberî zilmê serî rakin û wiha domand: "Divê jinên cihanê li hember zilmê bêdeng nemînin. Tim bi serhildanê li hember zilma zilam û dewlatê li berxwe bide. Îro li Bakur, Rojava û Çiyayê Şengalê hezên jin yên leşkerî parastina jin û gelê xwe dike. Jin wek her derê di çeperê şer da jî li hember dijminê xwe li berxwe dide û şer dike. Ez vê rojê li tevahî jinên cihanê pîroz dikim û dibêjim evroj wê bibe roja azadiya Rêber Apo û azadiya hemû jinan."
'Roj roja bilindkirina tekoşîna azadiyê ye'
Şervana YJŞ Beritan Xabat jî bilêv kir ku ewê weke YJŞ rêxistina xwe mezin bikin û jinên di destê DAIŞ'ê rizgarbikin û wiha dom kir: "Em wek YJŞ ji bo pêşewazî kirina vê rojê dibêjin ev roj li hemû jinan û Rêber Apo pîroz dikin. Emê hêza YJŞ bêhtîr mezin bikin û gelê xwe biparêzin. Jinên destê DAIŞ'ê rizgar bikin. Ji bo biranîna wan jinan, di vê rojê de li hember neheqiyê dengê xwe bigihinin her derê. Emê bi torenekî leşkerî şehîdên xwe ji bibîrbinin. Ji ber ev roj roja berxwedanêye. Em Roja jinên cihanê li tavahî jinan pîroz dikin. Em dibêjin bê jin jiyan nabe. Roj roja tekoşina azadiyê ye. Êdî, ji bo hemu jinan û ji bo Rêber Apo azadî. Bijî berxwedana jinên cihanê."
(zt)