'Em ê her roj li kolanan bin û bêhtir biqîrin'

10:43

JINHA

STENBOL - Jinên ku bi riya Platforma em ê Kuştinên Jinan Rawestînin hatin gel hev, ji bo mafê xwe yê jiyanê û azadiya xwe meşiyan. Jinan soza ku dê di 8'ê Adara sala bê de hemû jinan derxînin kolanan da û gotin ku wê her roj li kolanan bin û bêhtir biqîrin.

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), di çavarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkara a Cîhanê ji bo mafê jinan ê jiyanê û azadiya wan meşiyan. Jinên ku Qada Tunelê ya Taksîmê heta ber deriyê Lîseya Galatasarayê meşiyan pankartên ku li ser nivîsên "Em ê ji bo mafê xwe yê jiyanê û azadiya li ber xwe bidin û kuştinên jinan rawestînin, "Em ê li hemberî şîdet û tecawiza mêran bêdeng nemînin", "Di dolabê de ziqum, kolanan serhildan heye", " Em nîvê cîhanê ne û li her derê ne" hilgirtin.

'Mudaxelekirin zêde bû…'

Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Gulsum Kav di axaftina ku kir de got ku tenê ne di 8'ê Adarê de divê her roj pirsgirêkên jinan bên niqaşkirin û wiha berdewam kir: " Ev qad, ev têkoşîn ji bo me şanazî ye. Ger ku em van meşan pêk neynin wê jin rastî karasatên hîn mezintir bên. Ger ku têkoşîna me nebûna wê jin bêhtir bi şîdetê re rû bir û bimana."

'Em ê li hemberî polîtîkayên ku jinan wekî pirsgirêk dibînin li ber xwe bidin'

Gulsum aşera kir ku jinan bi gotina "Li derve jiyana we di xeterê de ye, ger ku hûn lêgerîna li mafên xwe bidomînin wê taliya wê mirin be" tehdît dikin û ev tişt got: " Jin jixwe dema ku derdikevin derve, ji bo ku li dijî polîtîkayên ku jinan pirsgirêk dibînin têkoşînê didin û dibêjin ku em ê ewqas li ber xwe bidin ku tevî wê li malê venegerin wê jinên di malê de hepikirî jî derxînin derve."

'Em ê her roj li kolanan bin'

Piştî Gulsum xizmên jinên ku hatin qetilkirin mafê axaftinê girtin. Mafê axaftinê di serî de xuşa Muhterem Goçmen Çîgdem Egçî mafê axaftinê girt û wiha got: " Em dixwazin ku ji kujerên jinan re cezayê heta bi hetayê yê herî giran bê dan. Divê tişta ku dadgeh û hikûmet bike tenê parastina jinan be. " Piştî Çîgdem dayika Denîz Aktaş Fîgen Yetîşkîn mafê axaftinê girt û ev tişt got: " Em ê ji bo mafê jiyanê li ber xwe bidin." Herî dawî dotmama Ozgecan Arslan Karanfîl Aslan axivî û wiha destnîşan kir: " Em ê etek jî li xwe bikin, şal jî li xwe bikin, her roj li kolanan bin û em ê bêhtir biqîrin."
Her wiha herî dawî çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

(mk)