‘Divê jin têkoşîna azadiya xwe di 8'ê Adarê de bînin ziman'

11:22

JINHA

ENQERE - Buse Kiliçkaya Seroka Komelêya Jinan a Pembe di mitînga 8'ê Adarê de banga; "Wek jinên cîhanê divê em têkoşîna jinê di 8'ê Adarê de bînin ziman. Emê jin bêyî ku rahijin çekan emê azadiyê bînin" kir.

Buse Kiliçkaya Seroka Komelêya Hevpariya Jinan a Jiyana Pembe ya LGBTT di çalakiya 8'ê Adarê de banga: "Divê 8'ê Adara îsal bibê wesîleya aştiyê. Divê hemu jinên cîhanê cardin bi dengê bilin aştiyê bînin ziman. Şer jî û Aştî jî hertim jinan bandor dikê. Em dengê qêrîna dayîkên ku zarokên xwe dixin bin axê bilind dikin û qêrîna jinan dikin. Emê heya kengê nebihîzyar bin. Bila jinên Tirkiye yê bên cem hev û disa aştiyê bînin ziman. Ev navbera hevpariya dayîkên gerilla û leşkeran ne. Emê cîhanê veguherînin û emê wek jin 'şer naxwazin' teqez wê rojek ev şer bisekine."

Buse diyar kir ku li hember cudaxwazan serî hildin û wiha got: "Ez transim û têkoşîna cudabûna nasnama xwe dikim. Bi salane ez rastî lêdan û tecîzê hatim. Gava ez li mafê xwe geriyam jî gotin tu 'tranvesti' ji aliyê dewletê ve gotinên weke 'terora travestiyî' ji bo min hat gotin. Ji aliyê din ve gotin tu 'tu bê çandî, bê kevneşopiyê û dînikê. Bi rastî li welat cuda bûn heye. Li kesan cuda dinêrin, dema mirov li mafê xwe jî bigere wek 'terorîst' tên îlan kirin."

(dt/zt)