'Em ê bi azadiya Rêbertî re projeyên azadiya jinan pêk bînin'

11:23

JINHA

KOBANÊ - Di çarçoveya çalekiyên 8'Adarê Kongreya Star li gundê Mîjkoma Kantona Kobanê bi beşdarbûna hemu jinên gund civînek lidar xist.

Îro di çarçoveya çalekiyên 8'Adarê de Kongra Star li gundê Mîjkom yê girêdayî Kantona Kobanê bi beşdarbûna jinên gund civînek lidar xist. Rêvebiriya Kongra Star Xalîse Hec Qadir di civînê de axivî û di axaftina xwe de wiha got: ''Destpêkê em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Em vê rojê li Rêber Apo jî pîroz dikin. Tê zanîn ku jinan bi mafxwaziyê dest bi têkoşîna kir û lê sîstema desthiladar mafê jinan xwar, dîsa jî jinan tucarî serî netewandin, ji wê rojê heya îro jin di nava têkoşîna azadiyê de ne.''

Her wiha endeama Rêveberiya Kongreya Star Rûken Ehmed jî axivî û wiha got: "Em weke jin dê projeyên Rêber Apo hemêz bikin. Em deyndarê Rêber Apo ne. Ji ber ku çil sale Rêber Apo ji bo azadiya jinê ked dide, projeyan pêş dixîne. Dema Rêbertî hate girtin got ku projeya min nîvco ma, lê em bi îdea ne ku bi Rêbertiya azad projeya azadiya jinê pêşbixin û bigihînin dawiyê." Rûken gotinên Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan ên dibêje "Jina ku ne birêxistinkirî be, dê rastî sîstema desthiladaran bê" bi bîr xist û wiha axaftina xwe doman: "Ev gotin bi tevahî rast e. Ji ber ku di sedsala 21'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşê jinên me kirin, lê li hember şervanên YPJ'ê yên rêxistinkirî nekarîn li ber xwe bidin û bi saya zanista Rêber Apo em jin gihîştin serkeftineke mezin li Kobanê."

Jinan bi çepik û tîlîliyên xwe ev nirxandin piştgîrî kirin û bi dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' civîn bi dawî bû.

(rê-ze/bs/rc)