Mîhrîcana 'Em ê Jiyanê Bi Hunera Jinê Bixemilînin' bi dawî bû
11:40
JINHA
QAMIŞLO - Yekemîn Mehrîcana Wêje û Hunerê ya Jina Rojava bi xelatkirina jinên xwedî berhem û karê hunerî û wêjeyî yê herî baş bidawî bû.
Desteya Jin a Kantona Cizîrê bi alîkariya Desteya Çandê bi dirûşmeya “Bi hunera jinê em ê jiyanê jinûve bixemilînin” Yekemîn Mehrîcana Wêje û Hunerê ya Jina Rojava bi beşdariyeke berfireh li Navenda Çand û Huner a Mihemed a bajarê Qamişlo organîze kir. Mehrîcan di 2’yê Adarê de destpê kir û 4 rojan li pey hev dewam kir.
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de çîrok, şano û helbestên jinan hate xwendin. Bêtirî 30 helbest ên Kurdî û Erebî hatin xwendin û herwiha du senaryoyên şanoyê jî pêşkêşî beşdarên mîhrîcanê hate kirin. Di roja duyemîn a mîhrîcanê de şano û meqaleyên jinan hatin xwendin. Di roja sêyemîn de pêşengeha resim û karên destan ên jinan hate pêşkêşkirin. 15 jin bi resimên xwe û 32 jin jî bi karên destî tevlî pêşengehê bûn.
Roja dawî ya mîhrîcanê bi şahiyekê qediya. Koma Şehîd Sakîne stran gotin. Hunermend Nesrîn û Sûmeye jî derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêşî mêvanên Mîhrîcanê kirin. Di dawiya şahiyê de li helbestnivîs, şanonivîs, çîroknivîs û jinên ku wênesaz û karên destan çêkiribûn xelat hate dayîn.
Kewser Mardînî xelata yekemîn a çîrokê wergirt, Remziye Remezan di beşa helbestê de bû yekem. Cîhan Ebdul Xefûr di karê destan de bû yekemîn. Herwiha ji Suat Mistefa re jî xelata karê destan hate dayîn. Di beşa Şano de Zinarîn Diyar xelata yekemîn wergirt. Di beşa wêne de Nûrşîn Hesen bû yekem. Di beşa meqale de jî Yasmîn Tehlo xelat wergirt.
Herwiha hejmareke pir diyarî pêşkêşî jinên ku bi berhemên xwe tevlî mîhrîcanê bibûn hate kirin. Di merasîma xelatdayînê de bi taybet spasî li şehîdên şoreşê hate kirin û xelatek diyariyê Saziya Malbatên Şehîdan hate kirin. Dayîkên di saziyê de xelat wergirtin.
Di dawiya mîhrîcanê de Bêrîvan Xalid axivî û bi bîr xist ku di pêvajoya lidarketina Mîhrîcanê li tevahiya Rojava şehîd hatin oxirkirin û têkoşîna bêmînak a pakrewanan bi bîr anî. Bêrîvan spasiya Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê jî kir û da zanîn ku bi kedeke mezin a jinan ev Mîhrîcan hate sazkirin. Mîhrîcan bi helbesta Remziye Remedan bi dawî bû.
(kom/rc)