Heyeta Jinên Sûriya Azad lez dane xebatên Kongreyê

11:44

JINHA

QAMIŞLO - Heyeta Jinên Sûriya Azad a ku di konferansa Jinên Suriyê de hatibû avakirin ji bo amadekariyên Kongreya Jinên Suriyê lez dan xebatên xwe.

Komîte di çarçoveya danûstendin bi rêxistinên jinan û gihîştina nêrîneke hevpar derbarê Kongreya jinên Sûriyeyê de ku tê payîn di nav 3'ê mehên bê de lidar bikeve, rêze hevdîtin pêk anîn. Beriya vê komîteyê bi rêveberiya Kongreya Star a Kantona Cizîrê re hevdîtin kiribû, niha jî bi rêxistinên jinan ên Sûryan û Ereb re hevdîtin hatin kirin.

komîteya Jinên Suriya Azad destpekê Xensa Elhemud rêvebera Desteya Jinên Ereb ya Desteya Nîştîmanî û Berdevkê Mekteba Jin Ebîr Ebud li Mekteba Jinên Ereb ziyaret kirin. Di vê hevdîtinê de Kongreya Jinên Sûriyê û xebata ku divê were kirin, bû mijara nîqaşê. Di vê navberê de jinên Ereb amadebûna xwe ji bo her cûre pêwîstiyan eşkere kirin. 8'ê Adarê jî mijareke nîqaşê bû û amadekariyên cejnê hate bidest girtin.
Komîte paşê çû serdana Navenda Yekîtiya Jinên Suriyan. Li wir bi Nazîre Gewriye re hevdîtin hate kirin. Ji bo Kongreya jinên Suriyê nîqaşên girîng pêş ketin. Rêvebira Yekîtiya Jinên Suriyan Nazîre Gewriye da diyar kin ku "Rojên dîrokî bi van xebatan tên meşandin. Divê em giranahiya van hevdîtinan bijîn û bidin jiyîn."

Komîteyê di vê serdanê de 8'ê Adarê li jinên Suryan pîroz kirin. Rojîn Remo di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Kongreya Jinên Sûriyeya Azad û got: Her pêkhate rengeke cuda ye, ev yek jî dewlemendiya Rojhilata Navîn nîşan dide. Em wek jinên ku li Rojava xwedî li vê dewlemendiyê derkevin. Jinên Suriyan jî 8'Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet li YPJ'ê Pîroz kirin.

Tê payîn ku hevdîtinên komîteya Kongreya Jinên Sûriyeya Azad bê navber bidomin.

(gb/en/rc)