Bi boneya 8 Adarê daxuyaniya Desteya Jin
11:56
JINHA
QAMIŞLO- Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Desteya Jin a Kantona Cizîrê daxuyaniyek weşand.
Bi wesîleyê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Desteya Jin a Kantona Cizîrê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku projeya netewa demokratîk a ku niha li Rojava, Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê belav dibe bingeha xwe ji berxwedanî û azadiya jinê digire û wiha hat gotin: "Li ser vî bingehî li Rojava jî şoreş hate destpêkirin. Ji bo ku jin bikaribe bighêje azadiya xwe biryara têkoşîn û berxwedanê da, bi baweriya ku azadiya civakan bi azadiya jinê misoger dibe ev têkoşîn da meşandin."
Di daxuyaniyê de li ser rola jinê di şoreşa Rojava de bal hate kişandin û wiha hate gotin: "Piştî ku jinê rastiya xwe nas kir, rastiya ku bi hezarê salan e di dîrokê de hatibû veşartin, careke din li Rojava bicih girtina di hemû qadên siyasî, civakî, aborî û leşkerî de rastiya jina pêşeng ji civakê re derxist holê. Bi berxwedan û têkoşîna xwe careke din rastiya jina xwedawend vejîn kir. Ev berxwedanî jî bû berdewamiya têkoşîna xwedawendan, jinên 8'ê Adarê û jinên Tevgera Azadiya jinê."
Di daxuyaniyê de hovîtiya sîstemên faşîst di derheqê jinê de hate destnîşan kirin û wiha tê gotin "Bi bilindkirina asta têkoşîna jinê di hemû qadan û bi taybet li Rojava û Bakurê Kurdistanê de, jin careke din bû armanca sîstemên faşîst ku kiryarên herî hov di derheqê wan de dikin. Ji kuştina jinên siyastmedar heya bi îşkencekirina bedena wan, hemû jî bi armanca ku vîna jinê û ya gelan bişkînin û ji rêya azadiyê dûr bixin e tên kirin. Êdî ev sîstem jî dizanin ku jin bingeha avakirina civakeke nû û neteweke demokratîk e, ji ber wê hemû kiryarên kirêt bi kar tînin û jinê hedef digirin."
Daxuyanî wiha bidawî dibe: "Em bang hemû jinan dikin ku asta têkoşîn û berxwedanê hîn bilindtir bikin da ku em azadiya xwe jî bidest bixin. Di dawiyê de em hemû jinên cîhanê bi hatina 8'ê Adarê pîroz dikin, em vê rojê diyarî hemû cangoriyên ku di xeta azadiya jin de canê xwe feda kirin û bi taybet diyarî berxwedan jinên Bakurê Kurdistanê dikin."
(en/rc)