'Zarokên me qetil kirin û bi xîzê ser wan girtin'

11:57

JINHA

AMED - Li Sûra ku xirabeyên ji ber êrîşan pêk hatin tên rakirin, dayikikên ku 42 rojên li heviya ku cenazeyên zarokên xwe bigrigin tirsa ku bi van xirabeyan re cenazeyên zarokên wan jî hatibin rakirn dijîn. Dayik dibêjin, 'Bila dorpêçê rakin ji bo ku em karibin cenazeyên zarokên xwe bigirin.'

Sûra Amedê 96 roj e di bin dorpêça dewletê de ye û têkoşîna gel jî berdewam dike. Li navçeya ku ji ber êrîşan ji berhemên dîrokî bigire heta bi qesran, camî û dêran veguherîn xirabeyan, ev xirabe bi kamyonan ji aliyê Muduryeta Karên Dewlet û Avê û ji aliyê Muduryeta Riyên bejhî a Dewletê ve ji nava navçeyê tên paqijkirin û li kêleka Çemê Dîcleyê ya din li cihekî vala yê Zanîngeha Dîcleyê tên valakirin. 42 roj in malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin di nobetê de ne; yên Turgay Giçek, Rozerîn Çukur, Ramazan Ogut, Gunduz Akmeşe, Welat Bîlen, Cîhat Morgul, Mahmut Oruç, Hakan Arslan, Erhan Keskîn û Erdal Tekîn nerazîbûn nîşanî parçeyên bedenên mirovan yên ku vala dikin Çemê Dîcleyê dan.

'Bila ser şerma xwe negirin'

Malbatên ku gotin dibe ku cenazeyên zarokên me jî din ava van xirabeyan de bin wiha gotin: "Bila wekî ku li Cizîrê kirin li Sûrê jî nekin û bila dorpêçê rakin ji bo ku em cenazeyên zarokên xwe bigirin. Bila cenazeyên zarokên me neavêjin viyalî wiyalî û ser şerma xwe negirin."

'Ez ê li ber meclisê det bi rojiya mirinê bikim'

Dayika Rozerîn Fahriye Çukur diyar kir ku dewletê keça wê qetilkir, niha jî ser cenazeyê wê digire û axaftina xwe wiha berdewam kir: " Em dixwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Dibe ku li ser cenazeyên zarokên me xirabeyan vala dikin û ser wan digirin. Ger ku ev tişta dikin bê ispatkirin ez ê li ber meclisê bikevim gireva mirinê. Bila vê nekin. Bila cenazeyê keça min tebît bikin û bidin min. Hem keça min qetilkirin hem jî niha bi xirabeyan ser cenazeyê wê dixwazin bigirin. Hem xîzê dibin hem jî xizê derdixin. Em ditirsin ku cenazeyên zarokên me jî din ava vê xîzê de bin."
Kadrîye morgul jî got ku ew ji ber nedana cenazeyên zarokên xwe bi firkar in û wiha got: "Li cizîrê mirov şewitandin û cenazeyên wan jî bi xirabeyan re birin. Bila cenazeyê narokên me bidin."

'Em cenazeyê narokên xwe dixwazin'

Makbule Gîrçek a ku got ew naxwazin ku cenazeyên zarokên wan li cihekî ne diyar bên veşaritin jî wiha got: " Em cenazeyên zarokên xwe dixwazin, bila neavêjin cihekî din û ser wan negirin. Bila dorpêçê rakin ji bo ku em karibin cenazeyên zarokênm xwe bigirin."

(mk)