Li Stenbolê polîsan êrîşî meşa 8'ê Adarê kirin
12:07
JINHA
STENBOL - Dema ku jinan xwestin biçin mitîna 8'ê Adarê rastî êrîşa polîsan hatin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlîbûna Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag li Meydana Îskele ya Kadikoyê dê mitîng bihata kirin. Lê beriya mitîngê polîsan qad girtin bindorpêçê. Ji serê sibê de her jinên ku dixwazin bikevin qadê rastî astengiya polîsan tên. Jinên ku ber bi qada mitîngê ve rêketin, dema rastî astengiya polîsan hatin, di nava wan û polîsan de nîqaş derketin. Li wê Endama Komîteya Amadekar a mitîngê Murvet Yilmaz axivî û diyar kir ku ew nikarin mitînga jinan asteng bikin û dê mitînga xwe bikin. Her 10 jinên di komîteya amadekariya mitîngê de girtin qadê, desturê nadin jinên dinê têkevin qadê.
Li gel qedexeyê jî jin herikîn qada mitîngê, polîsan bi bombeyên gazê mudaxele kirin.
(zt)