Meclisa Jinan ya HDP: Em qedexeya we nas nakin di 8'ê Adarê de em ê li qadan bin!

12:50

JINHA

ENQERE - Meclisa Jinan ya HDP'ê der barê qedexeya mîtîngên 8'ê Adarê ku li gelek bajaran ji aliyê walîtiyê ve hatin qedxekirin daxuyakirin ku qdexe parçeyek zihniyeta AKP'ê ya tundiyê ye, dixwazin ku bi vê qedexeyê re ji têkoşîna jinê ya azadiyê gavê paşve bidin avêtin û wiha hat gotin: " Tişte ku ne qanûnî û ne meşrû ye ne 8'ê Adara me ye, qedexeya we ya bêwate ye. Em van qedexeyên we nas nakin. "

Waltiya Rihayê aşkera kir ku di nava 5 -8'ê Adarê de çalakî, meş, vekirina stant û pîrozbahiyên 8'ê Adarê qedexe ye. Walîtiya Enqerê jî û Muduryeta Emniyetê ya Enqereyê jî bi hinceta ku guzargeha riya meşê 'dijqanûnî' ye pîrozbahiyên 8'ê Adarê qedexe kirin. Piştî Enqereyê jî Walîtiya Stenbolê jî bi hinceta ku qada Kadikoyê roja înê ji bo mîtîngê ne guncav e serlêdana mîtîngê ya Platforma 8'ê Adarê qedexe kir.

'Biryar ji bo paşdegavavêtin û serîtewandin ê ye'

Meclisa Jinê ya Partiya Gelelan ya Demokratîk (HDP) jî der barê qedexeyê de daxuyanî da got ku ew qedexeyê nas nakin, wê di 8'ê Adarê de li qadan bin û daxuyaniyê wiha berdewam kir: " Qedexe polîtîkaya tundiya ya Erdogan a paşdegavavêtina jinan e û em qedexeyê nas nakin."

'Tişta ne meşrû ne 8'ê Adarê ya me qedexeya we ye'

Meclisa Jinana ya HDP'ê di berdewamiya axaftina xwe de got ku ew vê qedexeyê nas nakin û wiha hat gotin: " Li gorî metna hiqûqê ya navneteweyî hemû kes xwedî wî mafî ye ku bêyî destûrê bigirin, dikarin meş, mîtîng û çalakiyê bê yî ku çek bikar bînin bikin. Em jinên HDP'yî vê qedexeyê nas nakin. Em mafê xwe yê bihevrebûn, têkoşîn her wiha mafê xwe yê jiyanê diparêzin. Tişta dijqanûnî ne 8'ê Adarê ya me qexeya we ye."

'Em ê bi jianan re bên gel hev'

Her wiha Jinên Meclia Jinan ya HDP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li walîtiyên ku qedexe xistin meriyetê kirin û ev tişt gotin: " Em jinên HDP'yê vê qedexeyê nas nakin. Wekî her salê vê salê jî di hefteya 8'ê Adarê de em ê li Riha, Enqere, Riha û li hemû bajaran li qadan bin û em jinên azadiyxwaz em ê bi hemû jinên azadîxwaz re ji bo mafê xwe bên gel hev."

(mk)