Jinên Êlihê bi civînek qedexe şermezar kirin
13:08
JINHA
ÊLIH – Aktîvîstên KJA’yê yên Êlihê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya dûh li Êlihê ji aliyê walîtiyê ve hate “qedexekirin” bi civînekî şermezar kirin. Di civînê de Hevşaredar Êlihê Gulîstan Akel axivî û diyar kir ku ew “zîhniyeta qedexekar” û kesên ji dengê jinan azadî û aşîtiyê qîr dike tirsiyane şermezar dikin.
Hevparên KJA’yê yên Êlihê bi boneya mitînga 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya ji aliyê Walîtiya Êlihê ve hate “qedexekirin” bi cîvîna çapemeniyê şermezar kirin. Civîn li avahiya rêxistina DBP’ê ya Êlihê hate li darxistin. Di civînê de Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel, Hevseroka HDP’a Êlihê Rojda Surucu û Hevseroka DBP’a Êlihê Nurten Uzumcu beşdar amade bûn.
Di civînê de ewil Hevseroka DBP’a Êlihê Nurten Uzumcu axivî û bibîr xist ku her sal li Êlihê 8’ê Adarê bi çalakî û pîrozbahiyên cûr bi cûr li dardixistin û wiha got: “Ligel qedexeya walîtiyê jin derketin qadê. Jinan reng û dengê xwe dan nîşandan. Em feraseta qedexekarî carek din şermezar dikin.”
Gulîstan: ‘Qedexe’ peyamek li hember jinan bû
Piştî Uzumcu, Hevaşaredara Êlihê Gulîstan Akel jî axivî û destnîşan kir ku ji bo mitîngê wek Komîteya Amadekar a Mitîngê hefteyek berî ji bo destûra mitîngê serî li Walîtiyê dane û got ku lê têkildarî “qedexebûna” mitîngê rojek beriya mitîngê ji wan re tê ragihandin. Gulîstan da zanîn ku heta niha li Êlihê di mitîng û çalakiyên 8’ê Adarê yên li Êlihê pêk tên tu nexweşiyek derneketiye û got ku tu hîncetek “ewlehiyê” nikarin nîşanî mitîngên jinan bidin û tu bûyerek şîdet dê bida çêkirin jî nîn bû. Gulîstan anî ziman ku ew “feraseta qedexekarî” û ew wek jinan jî baş dizanin ku ev “qedexebûn” peyamek li hember jinan bû û got ku mitînga wan dê li hember şideta zilam xwedî feraseta baviksalarî û şideta dewletê ya li ser jinan dide meşandin bûya. Gulîstan diyar kir ku “feraseta qedexekar” a ku mitînga wan asteng kiriye jî baş dizane ku dê tenê dayik û jin tevlî mitîngê bibûna û got ku lê tu “ferasetên qedexekar” nikarin dengên jinan ê ji bo azadî û aşîtiyê asteng bike.
(bg/rc)