Li Stenbolê jin hember qedexeyan dest bi berxwedanê kirin
13:43
JINHA
STENBOL - Jinan bi boneya çalakiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê mitînga ku xwestin li dar bixin rastî mudaxeleya polîsan hat. Li ser mudexeleya polîsan jinan qada Kadikoyê veguherandin qada berxwedanê.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tevlîbûna Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag li Meydana Îskele ya Kadikoyê dê mitîng bihata kirin rastî mudexeleyê polîsan hat. Ligel qedexeya polîsan jin li qada mitîgê hatin ba hev. Ser vê yekê polîsan bi bombeyê gazê mudexeleyê jinan kir. Jinên ku hember êrîşê polîsan dest bi berxwedanê kirî, Meydana Kadikoyê veguherandin qada berxwedanê û bi dirûşmeyan govend gerandin. Êrîşê polîsan berdewam dike.
(dt/rc)