Zelîha ya ku ji hevjînê xwe rizgar bû mînaka têkoşînê ye

13:47

JINHA

ANTALYA - Alî G. Yê ku li ser hevjîan xwe Zelîha şîdet bi kar anî û bû sedema şewitandina wê tenê 3,5 cezayê girtiîgehê lê hat birîn. Zelîha ya ku ji hevîjînê xwe rizgar bû jî bû mînaka têkoşînê.

Zelîha Acar ya ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdetê hat û di bedena wê û rûyê wê de şopên şewatê hebûn piştî ku 21 rojê di nexweşxaneyê de ma, ji cihê lê mayî de jiyana xwe bi awayekî hîn azadtir berdewam kir. Li gorî nûçeya Mîlyetê, Zelîha ya ku li navçeya Manavgata Antalyayê ji aliyê malbata xwe ve berî bi 16 san bi Alî G. re hat zewicandin her roj bi şîdetê re rû bi rû ma. Herî dawî Alî ji ber şîdeta ku li ser Zelîhayê pêk anî bû sema ku beşên bedena wê û yên rûyê wê bişewitin. Zelîha piştî ku ji nexweşxaneyê derket mecbûr ma ku 2 zarokên xwe bidie mala parastinê ya zarokan. Lê Zelîha ya ku ji bo xwe û zarokên xwe dixebite dest bi ajokariya serwîsê kir. Zelîha piştî ku 3 salan xebitî û jiyana xwe bi rêk û pêk kir zarokên xwe jî girtin cem xwe. Zelîha ji bo jinên ku rastî şîdetê tên jî ev tişt got: "Bila bêhêvî nebin û nebêjin ku em nikarin bi ser bikevin."

Zelîha her wiha der barê zilamên ku li hemberî hevjînên xwe şîdetê pêk tînin jî wiha got: " Tişta ku hevjînê min anî serê min bi daxwaza ku min bikuje bû lê tenê 5 salan ceza xwar û ev jî dadgehê bi hin hincetên ku nîşan da daxist 3 sal û nîvan."

(rc)