Hanim Yavuzel hat jêrzemîna wehşetê

14:14

JINHA

ŞIRNEX - Dayîka Mehmet Yavuzel yê ku li jêrzemîna wehşetê hatî qetilkirin Hanim Yavuzel hat Cizîrê û çû jêrzemîna wehşetê a yekemîn. Dayê Hanim ya ku dîwarê jêrzemînê hemêz kir got, "Li bin vê jêrzemînê de dewlet ma."

Dayîka Mehmet Yavuzel yê ku li jêrzemîna wehşetê Cizîrê hatî qetilkirin Hanim Yavuzel çû jêrzemîna wehşetê yê Cizîrê. Hanim tevî malbatê alî Firat kalkan, Îzzet Gunduz ên ku di jêrzemînê de hatî qetilkirin ligel gelek welatî berê xwe dan jêrzemînê. Dayê Hanim bi ketina Taxa Cudî dest bi lorînan kir û wiha got, "Mehmet û hevalên wî ne mirin, ez ê negrîm û dijmin nedim kêfxweş nekim. Li kolanan şopê şitlan heye. Ew ê nekaribin şopê wan tune bikin."

Dayê Hanim dema gihêşt jêrzemîna wehşetê ya yekem jî wiha got, "Li bin jêrzemîna wehşetê de dewlet ma. Ji bo ez xwe bighînim kurê xwe min tevahî rê ceriband. Bila ew top li min ketibana. Me wenda nekir wan wenda kir. Ne tenê Mehmet ew tev zarokên minin. Mehmedê min li vire. Zarokê min li vire" û dûvre dîwarê jêrzemînê wehşetê hemêz kir. Hanim dîwarê jêrzemînê hemêz kir û wiha pirî "Kurê min te vir hemêz kir? Tu li vir birîndar bû. Tu li vir bendê min ma.?"

Dayê Hanim piştî ji jêrzemîna wehşetê derket gelê Cizîrê hemêz kir. Hanim dema ku jinek li ber jêrzemîna wehşetê digirî jêre got, "Negrîn, ew ji bo têkoşînek bi rûmet bi lehengî berxwedan. Em ê xwedî li têkoşîna wan derên. Em ê wan ti car ji bîr nekin." Dûvre gelên Cizîrê en ber jêrzemîna wehşetê hatine gel hev çepik dan. Dayê Hanim û malbat ji bo biçin Silopî ji Cizîrê bi rêketin.

(rc)