Jinên ku li Enqereyê çalakiya girtina rê pêk anîn hatin derpkirin:11 ji wan hatin binçavkirin

14:15

JINHA

ENQERE - Piştî ku Walîtiya Enqerê meşa ji bo 8'ê Adarê qedexe kir, Jinên Ruyê Erdê û yên DEV- LÎS'î di heman demê de li cihên cuda çalakiya girtina rê pêk anîn. Piştî çalakiyê ji jinên ku çalakî pêk anîn 11 kes ji wan hatin binçavkirin.

Walîtiya Enqereyê destur neda jinên ku xwestin ji Qada Ziya Gogalp mîtînga 8'ê Adarê li dar bixin. Jinên ku li Qada Kolejê hati gel hev, tevî astengî û êrîşa polîsan jî ji Kolejê heta Qada Sakaryayê meşiyan.
Çalakiya girtina rê

Di dema ku li Qada Sakaryayê mîtînga jinan berdewam dikir, Jinên Rûyê Erdê û yên DEV - LÎS'ê jî di heman demê de pankarta ku li ser nivîsa " 8'ê Adarê nayê qedexekirin" hebû hilgirtin û çalakiya girtina rê pêk anîn. Ji Jinên Ruyê Erdê 7 jinan li Kizilayê li ber avahiya AVM'ê , ji jinên DEV -LÎS'ê jî 4 jinan li ber Xana Kar ya GAMA pankart vekirin û çalakiya rêgirtinê pêk anîn. Pilîsan ji jinên ku li cihên cuda çalakiya rêgirtinê pêk anîn 11 kes ji wan binçav kirin.

Riyên ku derdikevin Qada Kizilayê ji aliyê hêzên çevîk û bi tomayan hatin dorpêçkirin û girtin.

(mk)