Koordinasyona Jin 8 Adarê li tevahî jinên kedkar pîroz kir

14:31

JINHA

QAMIŞLO - Bi boneya 8'ê Adarê Koordînasiyona Jinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de daxuyaniyek nivîskî weşandi.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Koordînasiyona Jinê di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de daxuyaniyek nivîskî weşandi. Di daxuyaniyê de roja 8'ê Adarê li tevahî jinên kedkar hat pîroz kirin û wiha hat gotin, "Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em hemû jinên kedkar pîroz dikin û têkoşîna wan ji bo azadiyê silav dikin. Roja 8'Adarê encama têkoşîn û berxwedaniya jinê ku bi salan e hatiye meşandin e. Jinê di 5.000 salên dawiyê de gelek koletî, zilm û zorî jiyaye. Ji bo ku ji rastiya xwe dûr bikeve û destkeftiyên wê werin windakirin hemû rêbazên tund û tûjiyê li ser hatin pêkanîn. Tevî hemû êrîşên ku li ser jinê pêk hatin û hîn jî pêk tên, jinê li hemberî wan berxwedanî ranewestandiye, roj bi roj asta têkoşînê bilindtir dike û di hemû qadan de rastiya jina afirîner vejîn dike."

Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Bi hatina vê rojê em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û em soz didin ku em ê mîna Sakîne, Arîn, Pakîze û Zîlanan têkoşînê biserbixin ta ku em azadiya xwe bidest bixin. Em vê rojê li hemû jinan û bi taybet li jinên Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û berxwedaniya wan silav dikin."

(en/rc)