'Wê berxwedana jinan bi rêxistinkirinê mezin bibe'

15:41

JINHA

STENBOL - Li setenbolê ku jinan bi têkoşîna dan polîs beralî kirin, li hemberî hemû astengiyan jin terketin qadan. Guney Demîrbaş ya ku li ser navê jinan daxuyanî da got ku têkoşîna jinan wê bi berxwedanê mezin bibe û diyar kir ku LGBT'yî û jinên penaber jî di nav de wê ji bo mafê hemû jinan li ber xwe bidin.

Piştî ku Qada Kadikoyê ji bo mîtînga 8'ê Adarê hat qedexekirin, jinan bi berxwedan qedexe rakir li Kolana Bahariye hatin cem hev. Jinan bi pankarta ku li ser nivîsa " Ji Ekînan heta Sêvêyan em bi rûhê berxwedanê heweseriyê dihunin û ber bi azadiyê ve dimeşin" , fotoyê jinên ku hatin qetilkirin û yê Sultan Seçkîn ya sosyalît ku di rojên buhurî de jiyana xwe ji dest dabû, dowîzên "Mêr gul in", "Hêrsame sînoran nas nake" û bi dirûşmên " Jin jiyan azadî", " Ji jinên ku li Kurdistanê li ber xwe didin re hezar selam", "Bijî 8'ê Adarê" , " Bê serok jiyan nabe" û "Jinên ku hatin qetilkirin îsyana me ne"

'Em ê bi rêxistinê bi pêş bikevin'

Di çalakiya ku pêk hat de HDP, Kampus Cadilari, Jinên Halkeviyê, Jinên Ruyê Erdê, SKM, LGBT'yî û bi hezaran jin tevli mîtîngê bûn. Jinên ku bi rengên cuda cuda reng dan qadê bi alavên muzîkê yên ku anîn jî qad vegurherandin şahiya têkoşînê
Li hemberî êrîşan têkoşîna jinan

Piştî çalakiya ku hat kirin polîs bi bombeyên gazê êrîşî jinan kir. Jinan bi berxwedana xwe êrîşa polîsan paşve da û çalakiya xwe bi dawî kirin.

(mk)