Peyamê jinan: Em şopdarê Sakîne û Sêvêyanbin

16:36

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8'ê Adarê bi sedan jin li Riha, Dersîm û Enqerê daketin qadan û bi coşek mezin 8'ê Adarê Pîroz kirin. Li Enqerê bi sedan jin daketin qadan û bi dirûşmeyê "Em ji bo, aştî, ked, û azadî di berxwedanê dene."

ENQERE

Îro li Enqerê bi sedan jin bi dirûşmeya "Em ji bo, aştî, ked, û azadî di berxwedanê denin" derketin kolanan. Jinên ku gotin "Em qedexeyê Waliyê nasnakin" û derketin qadan li Meydana Kolejî hatin cem hev. Jinên ku di 25'ê Mijdarê de parastina xwe yê cewherî pêk anîbûn, îro jî ewlehiyê xwe bi xwe girtin. Jinên ku noqeteyên qontrolê danîn, lêgerîna çanta kirin barîqatên parastinê danîn. Jinên ku ligel tevahî astengî li Meydana Kolejê hatin cem hev, ber bi Kolana Sakarya yê ve meşiyan. Jin di meşê de dirûşmeyên "Jin dimeşin, berxwedan mezin dibe", "Jin jiyan azadî", "Bijî wekheviya gelan", "Têkoşîn ji Sakîneyan heya Sêvêyan berdewam dike" û "Çîlem, Nevîn azadiyê mene" hat berz kirin.

Ji bo jinên hatine qetilkirin dest li hewayê bû

Jinên ku ji bo mitîngê li kolana Sakarya hatin ba hev, hember şîdeta mêr û qetilkirina jinan dest hildan hewayê û bi nîşana serkeftinê deqeyek rêzgirtin û dûvre daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Berî 159 sal di 8'ê Adarê de jinên kedkar; ji bo jiyana xwe, ji bo şert û mercên xebatê hîn baştir bibe, berdêlên giran di têkoşînê de dan. Ji wê rojê û pêve li her çar aliyê cîhanê jin ji bo nasname, netew, bawerî û civaka xwe têdikoşin û ji bo aştî, azadî, jiyan û kedê xwe em ê li her dem li berxwe bidin." Pîrozbahiya 8'ê Adarê yê Enqerê bi dirûşme, stran û govendan bi dawî bû. 11 jinên ku di çalakiyê de hatin binçavkirin hîna li emniyetê tên ragirtin.

DERSÎM

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi pêşengiya KJA'yê bi sedan jin li hev kombûn û bi vekirina panqerta "Ji dagirkerî û komkujiya dewletê re hêzê me yê berxwedan û parastinê heye" ji Sanat Sokaxê heya Çarşiya Bin Erd meşiyan. Hevşaredara Dersîmê Nurhayat Altun û Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demîrel jî tevlî meşê bûn. Jinên ku li Dersîmê bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Destê dirêjî jinan dibin bila bişkin", "Ji jinên berxwedêr ên Kurdistanê hezar silav" meşîn dovîzên "Şîdeta mêr bîrdoziye, parastina cewherî rewaye", "Bi înad serhildan bi înda berxwedan û bi înad parastina cewherî" hatin hildan. Jin bi erbane û tilîliyên xwe gotin, "Were bav, were hevjîn, were dewlet, bi înad serhildan, bi înad berxwedan û bi înda azadî."

Piştî meşê ser navê Platforma Jinên Dersîmê Şûkran Yilmaz axivî û diyar kir ku di bin navê qedexeyan de li Kurdistanê polîtîqayê qirêj tê pêk anîn û wiha got, "Jin bi vî şerî re li nava kolan û malên xwede tên qetilkirin. Li Sur, Cizîr û Silopî komkujî pêk tên. Ligel êrîş û komkujî jin ji bo aştî û azadî berxwedidin û têdikoşin." Piştî axaftinan bi sedan jin gora Sakîne Cansiz ziyaret kirin û çalakiya xwe bi tilîlî û gerandina govendê qedandin.

RIHA

Di çerçoveyê çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hevkarên KJA'yê ya Wêranşarê daxuyanî da çapemeniyê. Ji ber qedexeyê ku ji aliyê Weliyê Rihayê ve hatî dayîn jin neçar man mitînga xwe veguherînin daxuyaniya çapemeniyê. Tevahî navçe ji aliyê polîsan ve hatî dorpêç kirin û gelek hêzên taybet teqwiyeyê navçeyê hatin kirin. Di daxuyaniyê de ligel hêjmarek zêde ya jin, Parlementera HDP'a Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka HDP'a Bajêr ya Rihayê Sevda Çelîk, Berdevka KJA'ya Rihayê Gulay Koca, hevkarên KJA û Meclîsa Dayîkên Aştî ya Rihayê amede bûn. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Êrîş dê têkoşîna me neçewsîne" û "Şehîd namirin berz kirin. Jinan li gel wêneyên Kevser Eltûrk (Ekîn Wan) wêneyên jinên siyasetmedar ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar û her wiha Ozgecan Aslan, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hildan.

Piştî daxuyaniyê jin berê xwe dan goristana Yenîmezarlikê û gora jinên ku ji aliyê hêzên dewlet û êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li hember Kobanê jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin. Piştî axaftinên ku li goristanê hatî kirin çalakî bidawî bû.

(rc)