Editora me Zehra Dogan û rojnamegerên li cem wê hatin gulebarankirin
16:40
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbîna Mêrdînê ku pêkanînên rewşa awarte di meriyetê de ne mala ku rojnamegeran lê dîmen dikişandin ji aliyê tîmên taybet ve hat gulebarankirin. Hat ragihandin ku ji rojnamegerên ku edîtora me Zehra Dogan jî di nav wan de ye yek ji wan di encama gulebarandê de birîndar bû.
Li Nisêbîna Mêrdînê nûçegihana me Zehra Dogan û nûçgihana ajansa wêneyan a FÎFA'yê ya Fransayê ya navê wê nehat hinbûn li mala ku dîmen dikişandin ji aliyê hêzên dewletê ve bi çekên otomatîk hate gulebarankirin.
Rojnameger demeke li malê asê man û piştî ku gulebaran rawestiya ji malê derketin. Hat hinbûn ku rojnamegerê navê wî nehat hîn bûn ji ber parçeyê şarapnelê ji destê xwe birîndar bû.
(mk)