'Em jinin, jiyanin pêşengên Kurdistanin'

16:40

JINHA

SİLÊMANÎ - Endama Rêveberiya RJAK'ê Şehên Mihemed di mitîngê de axivî û diyar kir ku divê jinên Başur jî weke jinên Bakur û Rojava rêxistina xwe mezin bikin.

Di Mitînga bi durşma "Ji bo rêveberiyek azad û dmokratîk jin daketin qadan" li Silêmaniyê hatî li darxistin de Endama Rêveberiya RJAK Şehên Mihemed axivî. Şehên diyar kir ku li Bakur û Rojava jin pêşengiya şoreşê dikin û wiha domand: "Jin bi jin li kurdistanê bi ked û xwîn bingeha civakek azad û demokratîk danîne. Jin li Bakur û Rojava pêşengiya civakê dikin lê li Başurê Kurdistanê jin dibin qurbaniyê qirîzên deshilatdariyê. Divê em jinên Başurê Kurdistanê jî rêxistina xwe mezin bikin û di her qadên jiyanê de cîh bigirin."

Hevaseroka Tevgera Komelgey Azad Şîlan Şakir jî destnîşan kir ku deshilat ji hêza jinan ditirsin û wiha berdewam kir; "Li hemû cîhanê deshilatdar ji hêza jinan ditirsin ji bo wê jî dibin asteng li hember îradeya azad a jinan. Emê jî ji bo derbaskirina hemû astengiyan li qadan bin."

Nunera Yekîtiya Star a Başurê Kurdistanê Nujîn Yusif jî li ser navê jinên Rojava axivî û da zanîn ku wê silavên şervanên YPJ' ê û jinên Rojavayê Kudristanê jinê Başur re aniye.

Di mitîngê de bê navber druşmên "Em jinin jiyanin pêşengên Kurdistanin" û tilîliyan berdewam dike.

(şb/zt)